BI DÎMEN

Şamon: Em ê ji bo azadiya Ocalan bixebitin

Endamê Partiya Yekîtiya Suryanî ya Kantona Cizîrê Şamon destnîşan kir ku pêvajoya çareseriyê dikare bi HDP'ê re dewam bike û xwest, Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan azad bibe.

Endamê Partiya Yekîtiya Suryanî ya Kantona Cizîrê Şamon destnîşan kir ku pêvajoya çareseriyê dikare bi HDP'ê re dewam bike û xwest, Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan azad bibe.

Endamê Partiya Yekîtiya Suryanî ya Kantona Cizîrê Gîbrael Şamon diyar kir ku serketina HDP'ê ya di hilbijartinê de pêşî li polîtîkayên AKP'ê yên tekparêziyê girtiye û anî ziman ku ew dixwazin Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan azad bibe.

'BI AZADBÛNA RÊBERTÎ RE WÊ HEMÛ GEL AZAD BIBIN'

Şamon got, "Azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan daxwaza me ya timî ye. Azadiya  mirovên mora xwe li dîrokê xistine, daxwaza me ya timî ye. Pêwîste ev kesayet her tim azad bin. Rêber Apo bi azadiya ramanê xwe, bi felsefeya xwe re gel azad kir. Bi azadbûna Rêbertî re wê hemû gel azad bibin."

Şamon da xuyakirin ku bi serketina HDP'ê ya li Tirkiyeyê re hêviyên azadiyê di nava gel de ji nû ve şîn bûne û got, "Tevî vê, ji bo azadiya Rêbertî jî hêviyek afirand."

Şamon da zanîn ku pêvajoya çareseriyê ya li Tirkiyeyê bêyî HDP'ê nameşe û ev xal destnîşan kir: "Em weke kom, bi HDP'ê re tevlî hilbijartinê bûn. Tevî Kurdan Ermenî, Suryanî, Ereban jî cihê xwe di Meclîsê de girtin. Avabûna HDP'ê, ji bo çareseriya pirsgirêkê ya li ser bingeha biratiya gelan, hêvî afirand. Em ê ji bo azadiya Rêbertî bixebitin. Tevî xebata siyasî ya HDP'ê û xebata leşkerî ya PKK'ê, em ê jî weke dost ji bo azadiya Rêbertî bixebitin."

'SERKETINA HDP'Ê POLÎTÎKAYÊN AKP'Ê TÊK BIR'

Şamo diyar kir ku serketina HDP'ê polîtîkayên tekparêziyê yên AKP'ê têk biriye û got, "Yanî ev pirsgirêk bi tenê bi rêbazên leşkerî çareser nabe. Zexta leşkerî û siyasî ya li AKP'ê tê kirin, wê rê li ber çareseriya pirsgirêkê li Tirkiyeyê veke Bi taybetî eger em karibin li qada siyasî zextê bikin, wê çareseriya pirsgirêkê jî bibe xwedî belge."