Salvegera Pêngava 15'ê Tebaxê li Freîbûrg û Dusseldorfê hat pîrozkirin

Li bajarên Freîbûrg û Dusseldorf ên Elmanyayê cejna vejînê 15’ê Tebaxê hat pîrozkirin.

Li bajarên Freîbûrg û Dusseldorf ên Elmanyayê cejna vejînê 15’ê Tebaxê hat pîrozkirin.

Nezî  500 kes ku tevlî pîrozbahiya li qada seyranê ya Opfingerstrasse ya li Freîbûrgê bûn, pîrozbahî ji aliyê Navenda Civaka Kurd a Freîbûrgê ve hat organîzekirin û bi deqeyek rêzgirtinê destpê kir.Di pîrozbahiyê li ser navê Komîteya Amadekar axaftin hat kirin. Tevî barana zêde jî pîrozbahiyê bi govendê dewam kir. Di pîrozbahiyê de lîstikek şanoyê jî hat nîşandan.

Li Dusseldorfê jî salvegera Pêngava 15’ê Tebaxê hat pîrozkirin û polîtîkayên şer ên AKP’ê hatin protestokirin. Meşa ku li pêşiya Dusseldorf HBF’ê destpê kir, li Graf-Adolfplatzê bi dawî bû. Di tevahiya meşê de daxuyaniyên Elmanî hatin xwendin û dirûşmên, “Bijî Serok Apo”, “Şehîd Namirin” û “PKK gel e, gel li vir e” hatin gotin.