BI DÎMEN

Salvegera damezrandina PKK'ê li Awûstûryayê hat pîrozkirin

Salvegera damezrandina PKK'ê li herêma Vorarlbergê hat pîrozkirin.

Kurdên li herêma Vorarlberg a Awûstûryayê dijîn, 37. salvegera damezrandina PKK'ê bi coşeke mezin pîroz kirin.

Pîrozbahî ji aliyê Navenda Civaka Demokratîk a Kurd (NCDK) li Vorarlbergê ve hat organîzekirin û bi deqeyeke rêzgirtinê ji bo kesên di berxwedana xwerêveberiyê de ji aliyê dewleta Tirk ve hatin qetilkirin, cangoriyên têkoşîna azadiyê û mirovên di komkujiya li Parîsê de jiyana xwe ji dest dan, destpê kir. 

XWERÊVEBERÎ HAT SILAVKIRIN

Rayedarê NCDK'ê axaftina vekirinê ya pîrozbahiyê kir û xwerêveberiyên li Bakurê Kurdistanê silav kir. Rayedar anî ziman ku dewleta Tirk bi komkujiyên xwe yên li Kurdistanê re ti encam bi dest nexistiye.

Di pîrozbahiyê de sînevîzyon hat nîşandan û Koma Sîmay, Adem Tepe û Hozan diyar derketin ser dikê. 

Li paytext Viyana, li bajarên Lînz û Grazê jî wê di rojên pêş de bi wesîleya salvegera damezrandina PKK'ê çalakî bên lidarxistin.

...