Salih Muslim: Em ê li Berlîn, Parîs û Moskowa nûnertiyan vekin

Hevserokê PYD’ê Salih Muslim got ku li Moskowa, Berlîn û Parîsê nûnertiyên Rêveberiya Xweser vedikin.

Hevserokê PYD’ê Salih Muslim got ku li Moskowa, Berlîn û Parîsê nûnertiyên Rêveberiya Xweser vedikin.

Di civîna asayî ya 43’yan a Meclîsa Zagonsaz a Kantona Cizîrê ku îro bi beşdariya piraniya endaman hate lidarxistin de, Hevserokê PYD’ê Salih Muslim axivî û rewşa siyasî ya dawî nirxand.

Muslim got ku di roja îro de têkiliyên dîplomatîk ên gelê Kurd bi hemû hêz û dewletên cîhanê re hene û ew jî spart ked û têkoşîna gelê Kurd a di hemû aliyên siyasî, dîplomatîk û leşkerî de.

Salih Muslim destnîşan kir ku ew ê nûnertiyên Rêveberiya Xweseriya Demokratîk li gelek paytextên cîhanê vekin û ji bo vê yekê gelek gav hatine avêtin. Muslim got ku ew li paytexta Rûsya Moskowayê, paytexta Elmanya Berlînê û paytexta Fransa Parîsê di demeke nêz de nûnertiyên Rêveberiya Xweser a Rojavayê Kurdistanê vedikin.

Hevserokê Partiya Yekîtiya Demokratîk Salih Muslim anî ziman ku vekirina nûnertiya Rêveberiya Xweser li van peytextan piştî ku li bajarê Silêmaniyê yê Başûrê Kurdistanê hat vekirin, gaveke mezin a di aliyê dîplomasiyê de dîbînin.

Hêjayî gotinê ku Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Rojavayê Kurdistanê yekemîn nûnertiya xwe di tebaxa 2015’an de li bajarê Silêmaniyê vekiriye.