Tam salek bi ser komkujiya Kortekê ya ku di 21’ê Tebaxa 2011 de pêk hat û di encamê de 7 kesên sivîlan jiyana xwe ji dest dan re derbas bû. Dewleta Tirk demek dirêj vê komkujiyê înkar kir. Endamên malbatan jî serî li kîjan saziyên peywendîdar dabin tu encamek wernegirtin. Dadgehan ev bûyer ronî nekirin.
Beriya salekê li herêma Kortek a Qendîlê artêşa Tirk weke her carê komkujiyek din a li hemberî sivîlan pêk anî. Her çendî salek bi ser re derbas bû jî, lê ev komkujî, weke yên beriya wê jî nehate zelalkirin
HEDEF HER TIM SIVÎL BÛN
Dewleta Tirk di şerê 30 sal in li Kurdistanê berdewam dike de, bê ku bêje jin, zarok, pîr û kal, bi hezaran mirovên sivîl qetil kir. Komkujiya Kortekê jî tenê yek ji vana ye. Artêşa Tirk her roja îro PKK’ê dike hincet û êrîş Başûrê Kurdistnaê dike. Di 15’ê Tebaxa 2000’ê de artêşa Tirk Kendekola li Xinêreyê kir hedef û tevî jin û zarokan zêdetirê 40 kesî qetil kir. Di sala 1995’ê de artêşa Tirk li Zagrosê malbata Mam Reşo girt û li helîkopterê siwar kir, piştre ji bihindahiyê avêtin. Di sala 1997 de li Xakûrkê û di sala 2007 de jî herêma Qendîlê kirin hedef û sivîl qetil kir.
JI MALBATEKÊ 7 CAN
Di 16’ê Tîrmeha 2011 de di navbera hêzên PJAK û Îranê de li ser sînor şerên dijwar dest pê kiribûn. Dewleta Tirk xwest sûd ji vî şerî bigire û di 17’ê tîrmehê de dest bi bombebarankirina Herêmên Parastinê yên Medyayê kir. Êrîşên ku di 17’ê Tebaxa 2011’an dest pê kirin, di roja 5’mîn de vegerî komkujiyê. Balefirên şer wesayîtekî sivîl ya li ser rêya Kortek-Ranyayê nêzî gundê Bolê hedef girt û perçe perçe kir. Di 21’ê Tebaxa 2011 de, 4 zarok bi giştî 7 sivîlên di wesayîtê de jiyana xwe ji dest dan. Hemû kesên di komkujiyê de jiyana xwe ji dest dayîn ji heman malbatê bûn: Bav Huseyîn Mustefa, Dayîk Mêr Mam Kak, Rezan Huseyîn ya 34 salî, Zaroka 11 salî Zana Huseyîn, Oskar Huseyîn ya 10 salî, Sonya Şemal ya 4 salî û Solîna 7 mehî
KOMKUJIYA KORTEKÊ TESADUF BÛ?
Gelo Komkujiya Kortekê tesaduf bû? Gava mirov bala xwe bide ser bûyerên beriya wê, ev komkujî ne tesaduf bû. Di komkujiyên beriya Kortekê jî bi dehan kesên sivîl hatibûn qetilkirin. Her wiha, artêşa Tirk hewl dida ku bi bombebaranê gundên li Qendîlê vala bike. Xwestin li hemberî bi milyonan pere, gundiyên Qendîlê dest ji gundên xwe berdin. Dewleta Tirk jî di nava vê planê de bû. Lê gelê Qendîlê nerazîbûn nîşanî van hewldanan da û nexwest gundên xwe vala bikin.
Korteka ku komkujî lê pêk hat, li ser rêya bejahî ya Ranya-Diyanayê ye. Komkujî li hemberî wesayîta li ser vê rêyê pêk hat. Ev cihê ku komkujî lê pêk hat, her tim ji sivîlan tije bû. Ji ber wê jî dema mirov bala xwe bide ser van hemû rastiyan mirov dê bibîne ku ev yek ne tesaduf e.
Di komkujiya Kortekê 7 sivîlan jiyana xwe ji dest dan. Lê ev ne komkujiya dawiyê bû. Piştre, di 28’ê berfanbara 2011 de li Roboskiya navçeya Qilabanê komkujiyeke din pêk hat û di encamê de 34 kesên sivîl jiyana xwe ji dest dan.
Ev komkujiyane hemû li ber çavên cîhanê pêk hatin. Lê dewleta Tirk heta niha carek tenê jî vê sucê xwe qebûl nekir. Dest ji qebûlkirina sucê xwe berdin, dewleta Tirk mexdurên komkujiyan tawanbar kir.
Çapemeniya azad dîmenên komkujiyê weşand û ji komkujiyê ji raya giştî ya cîhanê re ragihand. Lê dewleta Tirk ji roja dîmenên komkujiya Kortekê hat weşandin û vir ve dest bi berevajîkirina bûyerê kir. Heta niha dewleta Tirk ev komkujî qebûl nekiriye. Malbata kesên di komkujiyê de jiyana xwe ji dest dan serî li Dadgeha Qeledizê dan, lê heta niha tu encamek bi dest nexistine.
KESÊ LÊ NEPIRSÎ
Li gorî agahiyên xizmên kesên bûne qûrbaniyên komkujiyê dane, ji bo rûyê rast ê dewleta Tirk aşkere nebe, zext li Başûrê Kurdistanê hatin kirin û heta roja îro jî ev komkujî tê nixumandin. Her çendî heyetek ji Iraqê hat cihê bûyerê û lêkolîn kir, lê heta niha tu daxuyaniyek nehatiye dayîn. Dîsa li gorî agahiyên wan kesan dane, ne Hukûmeta Herêma Kurdistanê ket pey bûyerê û ne jî li cihê komkujiyê lêkolînek din hat pêkanîn. Malbatan dan zanîn ku heta niha tu kesî li wan nepirsîne û xwest hesabê komkujiyê teqez were pirsîn.
Ji xizmên malbata hate qetilkirin Şêx Omer ragihand ku her çendî salek bi ser komkujiyê re derbas bû jî , lê heta niha tu kesî li wan nepirsiye û ne hukûmeta Iraqê, ne ya Başûrê Kurdistanê û ne dewleta Tirk ku têkiliyek bi malbatê re nedanîne û ji bo aşkerkirina berpirsan tu hewldanek nehate dayîn.
DAYÎK, BAVÊ, XWÎŞK Û BIRAYÊN MIN KUŞTIN...
Ji malbata hate qetilkirin tenê Şervan Hesen maye. Şervan got; “Dayîka min, bavê min, xwîş û birayên min kuştin. Lê heta niha tu kesî li me nepirsiye. Ez gelek spasiya hemû parêzer û gelê Kurd ê ku dest ji pey vê komkujiyê bernedan dikim. Heta îro tenê wana dest jê bernedan. Tenê ew li me bûn xwedî.”
Birayê Mustefa Hesen ê di komkujiyê de jiyana xwe ji dest da, Yaqup Hesen jî got; “Heta niha tu serlêdanên me nehatin qebûlkirin. Lê em dest ji vê dozê bernadin. Malbata me hemû qetil kirin. Malbata min qetil kirin. Lê ez dibêjim bila êdî komkujiyên wiha pêk neyên. Dayîka Mustefa Fatma Omer jî wiha nerazîbûna xwe nîşan dide: “Ma sucê kurê min çi bû? Ma dizî kiribû? Ma dijminahiya dewleta Tirk kiribû? Çi kiribû? Çima kuştin? Dixwazim hesabê vê yekê were pirsîn. Bê suc û guneh kuştin. Lê kes lê xwedî dernakeve û napirse.”
KOMKUJÎ KEVNEŞOPIYEK A DEWLETÊ YE
Dewleta Tirk a ku komkujî pêk anî, weke her carê PKK’ê tawanbar kiribû. Heta hin rojnameyên Tirk ragihandin ku dewletê ev komkujî pêk neaniye û xwestin biavêjin stûyê PKK’ê. Endamê Konseya Rêveber a KCK’ê Zekî Şengalî bal kişand ser vê komkujiyê û destnîşan kir ku ev komkujî mînakek a zîhniyeta dewletê ya komkuj e. Şengalî bal kişand ser komkujiya berê li Kendakolê pêk hatibû û destnîşan kir ku yên ku komkujiyên Kortek û Roboskî pêk anîne, xwediyê heman zîhniyetê ne.
Şengalî got; “Dewleta Tirk a ku li Kurdistanê polîtîkayên înkar û îmhayê pêk tîne, xwediyê zîniyeta yekperest û netewe-dewlet e. Gava li hemberî tevgera azadiyê bê çare dimîne, dest bi êrîşên li ser gel dike û komkujiyên wiha pêk tîne. Polîtîkaya dewletê ya ku duh li Dêrsimê hat pêkanîn, dixwazin îro li her çar parçeyên Kurdistanê belav bikin. Ji ber wê jî komkujiya Kortekê jî mînakek a vê zîhniyetê ye.”
Zekî Şengalî destnîşan kir ku di pêvajoya îro de ji bo Kurdan ji bilî azadiyê tu vebijarkek din nemaye û got; “Ev realîteyek e. Gava dewleta Tirk li hemberî têkoşîn azadiyê bêçare dimîne, êrîşkar dibe. Lê gelê me Komkujiya Kortekê ji bîr nekir. Her çendî salek bi ser re derbas bû jî, lê ew komkujî heta niha jî li ber çavên me û di dilê gelê me ye. Lê heta niha birînên wan nehatine kewandin. Ji ber wê jî ev yek egera me ya têkoşîna azadiyê ne.”