Şahidî - Zîn Koçer
Mirov zarok be, li cîhanê ji her tiştî bê agahî jiyana di nav hizûrê de...
Mirov zarok be, li cîhanê ji her tiştî bê agahî jiyana di nav hizûrê de...
Mirov zarok be, li cîhanê ji her tiştî bê agahî jiyana di nav hizûrê de...
Torbeyekî reş girtina destê xwe û ji bo şekirên herî xweş çûna cejnê. Mirov zarok be, li Kurdistanê di xaka xwe de çûna cejnê yan jî ziyaretkirina zarokên çiyê yên xweşik ên bêhna Kurdistanê ji wan tê...
Mirov zarok be, li Kurdistanê yan jî wek zarokên penaber pîrozkirina cejnê...
Di roja cejnê de li Cizîrê, Mexmûr û Şengalê mirov zarok be, di vê cejnê de...
Di rêyên bi toz ên Mexmûrê de saetên sibê yên zû bi kenên nîvçe pîrozkirina cejnê û kêmkirina êşa bêwelatîbûnê.
Kîjan cejn dikare îfadeya rûyê Berxwedan ê 6 salî yê êşa gelê gelê xwe mîras girtiye jê bibe. Yan kî dikare kêfa cejna zarokên li Kobanê bav, xwişk û dayika xwe winda kirine vebêje.
Pîrozkirina cejnê weke zarokên dê û bavên ji tehma cejna li gundê xwe têr nebûne.
Li ser xaka xwe, jiyîna her rojê mîna cejnê û dîtina zarokên bedew ên ji bo vê yekê bi şev û roj têkoşîna azadiyê dimeşînin, diyariya herî bedew e ji bo penaberan.
Bûyîna zarokên Kurd ên penaber, bûyîna zarokê hema ji gelekî.
Û weke zarokê dê û bavên êşên nifşekî hilgirtine ser milê xwe, jidayikbûn. Ger, pîrozkirina cejnê û ken bi xwe jî hinekî xerîb e ji me...
Û hilgirtina rûmeta; bûyîna zarokê gelekî ku tevî ewçend qewimînan nîşan daye bê berxwedan divê bi çi rengî be…
Bi vê rûmetê re pîrozkirina cejna jinên çiyê. Pîrozkirina cejna gerîlayên jin.
Şahidiya ji pîrozkirina cejna zarokên Mexmûrê ji aliyê gerîlayeke jin a bi şev û roj ji bo parastina gel têdikoşe...