Şahidan Berxwedana Geliyê Doskî vegotin
Ji fermandarên gerîla Amed û Garzan destnîşan kirin ku di Berxwedana Geliyê Doskî de artêşa Tirk bêçare maye. Fermandaran diyar kirin zîhniyeta dewletê ya digot "Em ê çiyayan paqij bikin" li çiyayan felç bûye.
Ji fermandarên gerîla Amed û Garzan destnîşan kirin ku di Berxwedana Geliyê Doskî de artêşa Tirk bêçare maye. Fermandaran diyar kirin zîhniyeta dewletê ya digot "Em ê çiyayan paqij bikin" li çiyayan felç bûye.
Gerîlayên HPG'ê, ji meha Tebaxê û pê ve Geliyê Doskî xistin kontrola xwe û demeke dirêj operasyonên artêşa Tirk ên li vê qadê şikandibû. Artêşa Tirk a ku di 6'ê Îlonê de hewl da operasyoneke berfireh pêk bîne, li çalakiyeke berfireh a gerîlayan rast hat û di encama vê çalakiyê de yek jê Serhengê Serkanî yê bi navê Îlker Çelîkcan bi giştî 31 leşker hatibûn kuştin.
Di vê çalakiyê de, Serokatiya Fermandariya Giştî demeke dirêj piştî çalakiyê daxuyanî neda, bi rojan nekarî cenazeyên xwe ji herêmê rake û di çarçoveya destûra gerîla de gelê sivîl cenazeyên leşkeran teslîmî artêşa Tirk kir.
Fermandarê Sefkan Amed û Serkeft Garzan ên di çalakiya 6'ê Îlonê ya li Geliyê Doskî de fermandarî kirin, çalakî ji ANF'ê re vegotin.
ÇALAKIYA DESTPÊKÊ BI RUHÊ 15'Ê TEBAXÊ HAT LIDARXISTIN
Gerîla Amed ê li Geliyê Doskî fermandarî kir, da xuyakirin ku pêngava wan di 10'ê Tebaxê de li ser navê fermandarê efsane yê HPG'ê Reşît Serdar hatiye destpêkirin. Amed berxwedana ji destpêka pêngavê heta niha vegot: "Berxwedana Geliyê Doskî ji roja destpêkirina pêvajoya nû û vir ve dewam dike. Esasê vê pêvajoyê ew bû ku destûr ji dijmin re neyê dayîn û dijmin li wê derê were felçkirin. Û hînê di bin kontrola gerîla de ye. Di 10'ê Tebaxê de Geliyê Doskî ket bin kontrola gerîla. Rê hatin girtin, rêya qereqolên Oremar, Şitazin hatin birîn. Ti kes nikarîbûn biçin qereqolan û bên. Elektrîka wan jî hat birîn. Armanc; bêbandorkirina dijmin li ser sînor û bêbandorkirina dijmin li Kurdistanê bû. Dijmin xwest ji Geliyê Doskî biçe Oremarê. Heval amade bûn, herêm bi temamî di bin kontrola gerîla de bû. Dema dijmin hat sêgoşeya Veregozê, hevalan bi çalakiyên sabotajê, çekên ferdî û giran li dijmin dan. Dijimin li vir hat şikandin. Dijmin bi teknîka xwe ya herî pêşketî bi ser hevalan de hat. Lê belê nikarîbû bikeve qadên hevalên me lê serdest bûn. Hevalan bi biryardariyeke mezin ji mewziyan li dijmin dan û dijmin ji herêmê qewirandin."
Amed da zanîn ku ev çalakiya destpêkê ya 14'ê Tebaxê ji bo bersivdayîna li salvegera Pêngava 15'ê Tebaxê hatiye kirin û got, "Yanî bi ruhê 15'ê Tebaxê hat lidarxistin. Tevî ku dijmin bi balafirên şer, helîkopterên Kobra, hawan, obus û teknîkên din ên pêşketî êrîş kir jî, şikest û li vê derê tiştek bi hevalekî me nehat. Dijmin tevî ku bi artêşa xwe ya mezin û teknîka pêşketî hat jî, nekarî bikeve Geliyê Doskî. Ruhê fedaî û berxwedana hevalan rê neda dijmin. Bicihbûna hêzên gerîla li vê derê, bi şêweyê ku rê nede dijmin bû. Di vê çarçoveyê de destûr nehat dayîn ku dijmin xwe bigihîne Oremarê. Dijmin di qereqolê de felç bûye, xwarina xwe nemaye, elektrîk qut bûye, sotemeniya wan a ji bo bikaranîna jeneratorê li ber qedandinê ye. Ji gundiyan re dibêjin ku sotemeniya wan kêm maye, elektrîk nîne û xwarina wan qediya ye. Dewlet li Geliyê Doskî bêçar ma. Dewleta Tirk li hemberî vê pêngava me ya ku li ser navê fermandarê me yê mezin Şehîd Reşît Serdar hat destpêkirin bêçare ma û têk çû."
'WAN NIKARÎBÛN CENAZEYÊN XWE RAKIN'
Amed, çalakiya duyemîn a 6'ê Îlonê ya li Geliyê Doskî ku di encamê de 31 leşker mirin, bi vî rengî vegot: "Çalakiya 6'ê Îlonê çalakiya duyemîn bû. Hevalên me li herêmê amade bûn. Hevalên me bi baweriyeke mezin bi biryar bûn ku nehêlin dijmin bikeve Geliyê Doskî û derbê lê bixin. Di destpêkê de dijmin ji aliyê Oremarê ve hat. Hevalan li vê derê dijmin qewirand, cara duyemîn ceribandin, dîsa şikestin. Dema wesayîtên zirxî hatin cem pirê, hevalên me teqemenî teqandin. Li aliyê Oremarê bi temamî şikestin û vekişiyan. Ji Geverê hêza teqwiye xwestin. Hatin. Xwestin li Geliyê Doskî cih li gerîla teng bikin û derbê lêxin. Li vê derê bi çalakiyên sabotajê û çekên ferdî û giran êrîş hat kirin. Heval bi ser wesayîtên dijmin ve çûn. Wesayîtên hatin teqandin, heta danê sibehê li vir şewitîn. Ya li vir şikest, dewlet bû. Dewletê bi artêşa xwe, bi teknîka xwe re hem nikarîbû cenazeyên xwe rake hem jî nikarîbû wesayîtên xwe ji herêmê derxîne. Cenaze bi qasî 2 rojan di destê hevalên me de man. Ji bo rakirina cenazeyan Walîtî, Qeymeqamî rabûn gundî xistin dewrê û şandin cem me. Dûre bi destûra hevalên me, gundiyan cenazeyên wan rakirin. Gundiyan cenaze birin û teslîmî wan kirin. Lê belê cenazeyekî wan hînê di destê me de ye.
'JI WAN NAYÊ KU VAN ÇIYAYAN PAQIJ BIKIN'
Dewleta Tirk li vir têk çû, nikarîbû cenazeyên xwe ji rake. Tevî ku di ser re 24 saet derbas bûn jî hînê nizanîbûn ku çend windahiyên wan hene. Dewleta Tirk li vir rezîl bû. Daxuyaniyên Serokkomar û Serokwezîr jî bi heman rengî bû. Digotin, 'Em ê wan çiyayan paqij bikin, em ê kesî li wir nehêlin'. Li van çiyayan bi salane gerîla hene. Heta roja îro nekarîn biqedînin, ji niha û pê ve jî ji wan nayê. Me bi awayekî vekirî dît; bi teknîka xwe ya herî pêşketî û artêşa xwe hatin, tiliya hevaleke/î me jî xwîn nebû."
'ARTÊŞA TIRK FELÇ BÛ'
Fermandar Amed bal kişand ser dema heta roja pêkhatina çalakiyê û da zanîn ku her şert mercên hewayê giran jî bû, gerîla li ber xwe da û artêşa Tirk tevizandin. Amed got, "Roja çalakiyê baran dibariya. Ev ji bo me ne pirsgirêk bû. Bala hevalên me li ser hedefê bû. Moralên wan di cih de bû û bi coşeke mezin ev rewşa dijmin dişopandin. Tevî baranê jî wesayîtên wan heta danê sibehê şewitîn. Geliyê Doskî hînê di bin kontrola hevalên me de ye. Poşman bûn ku wan ev şer dan destpêkirin. Dema şer dan destpêkirin armanca wan cuda bû, negihaştin armanca xwe û têk çûn."
'BÊÇARE MAN Û XWE VEKIŞANDIN'
Fermandarekî din ê gerîla yê di vê pêngavê de cih girt Serkeft Garzan jî wiha axivî:
"Ev pêngav di sala 2012'an de ji aliyê hevalê Reşît ve hatibû destpêkirin. Ev Pêngava Şehîd Reşît Serdar a îsal destpê kir jî bi vî ruhê lehengiyê destpê kir. Heval hemû bi vî ruh, moral û coşê cihê xwe di nava pêngavê de girtin. Ev demeke dirêj e li ser Rêbertî tecrîd heye û êrîş li hemberî Herêmên Parastinê yên Medyayê tên kirin. Bi hêrsa ji ber vê yekê, bi biryardarî û baweriyê pêngav hat meşandin. Êrîşê bi balafir, helîkopter, hawan û obusan ên dijmin, li hemberî moral û biryardariya hevalên me bûn fiyasko û têk çûn.
Bi teknîka xwe ya pêşketî û artêşa xwe re hatin. Di destpêkê de roja 14'ê Tebaxê derbek mezin xwarin. Êrîşên piştre rû dan jî ji aliyê hevalên me ve bi ruhê fedaî hatin şikandin û dijmin neçar ma xwe vekişîne. Nikarîbûn cenazeyên xwe jî rake. Li wê derê em çûn ser wesayîtên wan, ser cenazeyên wan. Leşkerên hatin vê derê leşekrên ji rêzê nebûn. Hemû payebilind û ji yekîneyên taybet bûn. Vê yekê jî têkçûna 'Artêşa Tirk a Mezin' radixist pêş çavan. Israra gerîla nehişt ku dijmin derbas bibe. Artêşê ku mîna cinawiran xuya dikin, li pêşberî derbên gerîla bêçare ma. Neçar man xwe vekişînin. Di wesayîtên zirxî de ji xwe bawer dikirin. Zirxên wan di mejî de hildiweşin û direvin. Dûre dîsa bi konvoyan hatin. Hevalan dîsa lê dan. Li vê derê tankeke wan, çekên wan ên cuda û du wesayîtên wan hatin rûxandin. Hevalên me li vê derê çûn ser cenazeyan, çekên wan rakirin û cenazeyên wan veşartin. Dema mirov li weşanên medya şerê taybet dinêrin, mîna ku tiştek neqewimiye nîşan didin. Têkçûna xwe vedişêrin. Li vê derê behsa 'lehengiya leşkeran' dikin. Leşker li vir şikkest, nekarî fîşekek bi tenê jî biteqîne. Cenazeyên xwe jî hiştin û çûn. Bi navbeynkariya gel re me cenazeyên wan teslîm kirin. Eger gel neketibûya navberê wê nikarîbûna cenazeyên xwe werbigirin."
NÛÇE-KAMERA-MONTAJ: SÎPAN FERHAT/AVREŞ XARPET/ARGEŞ SERHAT