Rûyê rast ê dewleta Tirk!
Dîmenên ku tîmên taybet dema 5’ê Tebaxê li Geverê digirin ser şantiyeyekê, îşkenceyê li karkerên dikin bin çavan dikin derketin holê.
Dîmenên ku tîmên taybet dema 5’ê Tebaxê li Geverê digirin ser şantiyeyekê, îşkenceyê li karkerên dikin bin çavan dikin derketin holê.
Dîmenên ku tîmên taybet dema 5’ê Tebaxê li Geverê digirin ser şantiyeyekê, îşkenceyê li karkerên dikin bin çavan dikin derketin holê. Di dîmen û nûçeya ku DÎHA’yê weşand, tîmekî taybet ji karkerên avêtin erdê û ji pişt ve destên wan girêdayî re dibêje, “Ulen vê dewletê çi ji we kiriye? Ez we hemûyan nas dikim. Kî xiyanetê bike wê bersiva wê bibîne! Hûn ê hêza Tirkan bibînin” tê dîtin.
5’ê Tebaxê tîmên taybet li navçeya Gever a Colemêrgê ku girtin ser şantiyeyeke taybet a li bakurê Balafirgeha Selahattîn Eyyubî 52 kes binçavkirin. Dîmenê serdegirtinê derketin holê. Di serdegirtinê de 52 kesên di nav wan de zarok û îxtiyar jî hebûn ku hatin binçavkirin ji wan 46 kes li midûriyeta polîsan hatin berdan. Tê payîn ku Îlyas Yorgun, Metîn Gezen, Niyazî Bayazît, Ugur Han, Kemal Yeklîtaş û kesekî ku navê wî nehatiye zanîn îro bibin edliyeyê.
Hat diyarkirin ku kesên serbest hatine berdan di binçavan de rastî îşkenceyê hatine. Dîmenên îşkenceya polîsên taybet ên di dema serdegirtina şantiyeyê de derketin hole. Piştî ku tîmên taybet ên rûgirtî bi wesayîtên zirxî bi ser şantiyeyê de girtin, îşkenceya li dehan kesên li şantiyeyê kirine saniye bi saniye tê dîtin. Di dîmen de vekirî xuya dike ku bi dehan karker destên wan ji paşve hatine girêdan, li tenişta hev hatine bicihkirin û li ser rû avêtine erdê.
Li tenişta karkerên li erdê hatine rêzkirin de wesayîtên sivîl ên deriyê wan vekirî jî hene, tîmên taybet ên li rex wesayîtên zirxî yên dikevin şantiyeyê jî têne dîtin.
Ji destpêka dîmenan heya dawiyê jî axaftinên tehdîtwarî yên tîmekî taybet heye. Tîmê taybet ê weke tehdîtên “Hûnê hêza Komara Tirkiyeyê bibînin!” dest bi axaftina xwe dike, bi awayê, “Ez we hemûyan nas dikim. Kî xayîntiyê dike, kî xayîntiyê bike wê bersiva wê bigire! Wê bersiva wê bigere!” tehdît û heqaretan dike.
Tîmê taybet ê bi awayê, “Ma vê dewletê çi ji we kir? Vê dewletê çi kir? Hûn ê bersiva xwe bigirin. Hûn ê hêza Tirkan bibînin. Temam?” diqîriya. Di vê navberê de ji ber ku karkerekî rûyê wî li erdê temaşeyî wî kir, gefa, “Len li min nenêre, bila her kes li erdê binêre” dewam kir.
Walîtiya Colemêrgê bi wêneyên ku serwîsî çapemeniyê kir îdîa kiriye ku di dema serdegirtinê de gelek cebilxane hatiye bidestxistin. Lê di dîmenan de ji derveyî çekên polîsan ti cebilxaneyên din xuya nakin.