Rûniştina awarte ya Parlamenta Kurdistanê taloq bû

Rûniştina awarte ya Parlamenta Başûrê Kurdistanê ya ji bo nirxandina pirsgirêka Serokatiyê diviyabû îro bihata lidarxistin, ji bo demeke ne diyar hat taloq bû.

Di saeta rûniştina parlamentê de, koma ji 53 parlamenterên YNK, Tevgera Goran, Yekgirtû Îslam û Komela Îslam, derbasî salona rûniştinê bû. Lê belê ji ber ku hejmara têrker a ji bo rûniştina taybet tinebû, serokê parlamentê rûniştin ji bo demeke nediyar taloq kir.

'ERK WÊ RADESTÎ SEROKÊ PARLAMENTÊ BÊ KIRIN'

Piştî taloqkirina civînê, parlamenterê Tevgera Goran Bîrzo Mecîd daxuyaniyek da çapemeniyê û anî ziman ku li gorî qanûnan dema serokatiyê ya Mesûd Barzanî ji sibe û pê ve diqede. Mecîd got, "Civîna li parlamentê ya îro, pêk nehat. Li gorî xala 15. a qanûnê, ji sibe û pê ve erkên serokatiya herêmê radestî serokê parlamentê tê kirin."

Mecîd her wiha diyar kir ku banga rûniştina taybet a 49 parlamenteran jî hînê dewam dike.

Wekîlên ji bo tevlî rûniştina îro bibe çûn parlamentê, li gorî partiyan bi vî rengî ne: "Tevgera Goran 24, YNK 18, Komela Îslamî 6 û Yekgirtûya Îslam 5."

PDK, Partiya Komunîst, Partiya Sosyalîst, Tevgera Îslamî ya Kurdistanê û wekîlên din ên hindikahiyan beşdarî rûniştina îro nebûn.