Rojnamevan û aktîvîstên di girtîgehên PDK’ê de dest bi gireva birçîbûnê kirin

Rojnamevan û aktîvîstên ku ji aliyê PDK’ê ve hatin girtin û 6 sal cezayê girtîgehê lê hatîn birîn, ji bo protestokirina şert û mercên xirab ên girtîgehan dest bi çalakiya greva birçîbûnê kirin.

Li Hewlêrê 16’ê Sibatê li rojnamevan û aktîvîstên ji Behdînanê; Şêrwan Şêrwanî, Umêd Seîd, Guhdar Zêbarî, Eyaz Kerem û Harîwan Îsa 6 sal cezayê girtîgehê hatibû birîn.

Li gorî nûçeya ajansa Rojnewsê, îro her 5 rojnamevan û akvîstên girtî yên ji Behdînanê, ji bo protestokirina xirabiya cih, xwarin, danûstandina xirab a berpirsên girtîgehê û zextên derûnî dest bi greva birçîbûnê kirine.