Rojnamevan Temel êdî nikare binivîse

Rojnamevan Temel êdî nikare binivîse

Rojnameger Tayyîp Temel ku ev 41 roj in di grevê de ye êdî gihiştiye wê astê ku nekare bixwîne û binivîse, bi hevkariya parêzerê xwe peyamek şand: “Heta daxwazên me neyên cih em çalakiya xwe bi dawî nakin.

Gerînendeyê Giştî yê berê yê rojnameya Azadiya Welat Tayyîp Temel yek ji çalakgerên greva birçîbunê ya bê dem û dorneveger ya ku 12’ê îlonê de dest pê kirine. Temel di roja xwe ya 41’emîn de êdî nekare bixwîne û binivîsîne.

Parêzer Cemîl Ozen vê sibê çû girtîgeha Tîpa D ya Amedê û bi Temel re hevditin kir. Parêzer Ozen diyar kir ku rewşa tenduristiya muwekîlê wî ne baş e û wiha got: “Êşa ser, di asta fêmkirinê de qels bûn, emel, êşa lemlateyan û lihevketina dil pir zêde bû. Her wiha di axaftinê de zehmetiyan dikişîne. Piştî çend deqeyan diaxive piştre pêwistî bi bêhnvedanê dibîne. Di warê fêmkirin û axaftinê de zehmetiyên mezin dikişîne.

Ozen da zanîn ku muwekîlê wî di warê xwendin û nivîsandinê de zehmetiyan dikişîne. Ozen peyama Temel wiha vegot: “Em ji bo mirinan rawestînin me bedena xwe danî holê û dest bi greva ber birçîbûnê kir. Bila daxwazên me bên cih. Heta ku daxwazên me neyên cih em çalakiyê bi dawî nakin.”

Tayyîp Temel di 2006’an de peywira gerînendeya giştî ya rojnameya Azadiya Welat girt ser xwe û di 3’ê cotmeha 2011’an de di çarçoveya ‘KCK’ê ‘ de hate girtin.