Rojbûna Pîroz li Farqînê hat pîrozkirin

Li navçeya Farqînê ya Amedê di pêşengiya Kongreya Îslama Demokratîk, Sendîkaya Kedkarên Diyanet û Weqfê û Diya Der de Hefteya Rojbûna Pîroz hat pîrozkirin.

Li navçeya Farqînê ya Amedê di pêşengiya Kongreya Îslama Demokratîk, Sendîkaya Kedkarên Diyanet û Weqfê û Diya Der de Hefteya Rojbûna Pîroz hat pîrozkirin.

Pîrozbahî bi xwendina Qurana Kerîm destpê kir. Axaftina vekirinê ji aliyê endamê DÎK’ê Mela Ekrem Baran ve hat kirin. Piştî Baran namzetê HDP’ê yê Amedê Nîmettulah Erdogmuş diyar kir ku ji bo bingeha ku sulh, aştî û isleh bi hev re bijîn derketne rê û got, "Di vê oxirê, oxira aştiyê, oxira xwişk û biratiya rastî de ji bo em her cure feragatê, her cure fedakariyê bikin derketine rê.”

...