Rizgariya Şengalê li Moskowayê hat pîrozkirin
Kurdistaniyên li Moskowayê dijîn, rizgariya Şengalê bi çalakiyekê pîroz kirin.
Kurdistaniyên li Moskowayê dijîn, rizgariya Şengalê bi çalakiyekê pîroz kirin.
Rizgariya Şengalê bi pêşengiya HPG, YJA Star, YBŞ û YPJ Şengalê, li paytexta Rûsya Moskowayê hat pîrozkirin. Di pîrozbahiya li Navenda Çanda Kurd de Hevseroka Yekîtiya Civakî ya Kurdan a Navneteweyî Mîhrab Şamoyan, Nûnerê PYD'ê yê Rûsyayê Abdulselam Elî, Hevseroka Kongreya Kurdên Êzidî yên li Rûsyayê Manana Pîr, siyasetmedarê Kurd Adil Cotkar û gelek Kurdistanî amade bûn.
Siyasetmedarê Kurd Cotkar di axaftina xwe ya li pîrozbahiyê de got, "Şengal, paqijbûna xaka Kurdistanê ji hêzên dagirker, gava destpêkê ye. Kurd ji her demê bêhtir bi zanebûn û dildariya azadiyê tevdigere. Ji vê kêliyê û pê ve ti hêz nikare Kurdan ji azadiyê vegerîne. Azadbûna Şengalê û berxwedana gelê me ya li Farqînê nîşan dide, ku gelê Kurd gav bi gav ber bi azadiyê ve diçe. Li pêşberî bîranîna ciwanên kurd ên di rizgariya Şengalê de şehîd ketin em bi rêzdarî bejna xwe ditewînin."
Piştî axaftinan, stranbêj Yûnûs Agirî û Ferman Patiyev derketin ser dikê. Beşdaran li ber stranên wan govend gerand. Pîrozbahî derengiya şevê bi teqandina fîşekên hewayî û qîrîna dirûşmeyan bi dawî bû.