Li Mannheîmê, li ser hilbijartinê û qewimînên li Kurdistanê civîna gel hat lidarxistin. Uçer di axaftina xwe ya li vir de got, "Tevî her tiştî jî HDP têk neçû." Uçer nerazîbûn nîşanî tecrîda li ser Ocalan da û banga bilindkirina têkoşîna li dijî DAIŞ'ê kir.
Li bajarê Elmanya Mannheîmê, li ser hilbijartina 1'ê Mijdarê, komkujiyên li Bakurê Kurdistanê, azadkirina Şengalê û rewşa dawî ya li Rojava civîna gel hat lidarxistin. Di civîna li Salona Navenda Civaka Kurd a Lûdwîgshafenê de 200 kes amade bûn. Li dû deqeyeke rêzgirtinê û axaftina vekirinê, Parlamenterê berê yê HDP'ê yê Wanê Ozdal Uçer axivî û der barê hilbijartinê û komkujiyên AKP li Kurdistanê dike de agahî da.
Uçer bal kişand ser operasyonên qirkirinên siyasî û komkujiyên di dema hilbijartinê de bi serê wan de hat anîn û got, "Tevî her tiştî jî HDP li ser piyan ma û bi rêjeya ji sedî 11'an re 59 parlamenter xist parlamentê. Eger em di rewşeke demokratîk de tevlî hilbijartinê bibûna, HDP wê bi du qatan ji vê hejmarê zêdetir cihê xwe di Parlamentê de bigirta."
'RIZGARÎ DI PARADÎGMAYA RÊBER APO DE YE'
Uçer axaftina xwe wiha dewam kir: "Têkoşîna me dewam dike. Serketina Şengalê, destketiya Rojava û li Bakurê Kurdistanê jî serhildana gel dewam dike. Serketin wê ya gelê Kurd be; wê ya bindestan be. Tecrîda li ser Rêber Apo nayê qebûlkirin. Divê her kes guh bide vê paradîgmaya aştiyê. Rizgariya Kurdistan û Tirkiyeyê bi vê paradîgmayê ve girêdayî ye."
Uçer di dawiya axaftina xwe de got, "Ji bo mirovên li Parîs û Kurdistanê jiyana xwe ji dest dan, em ê têkoşîna xwe ya li dijî DAIŞ'ê û çalakiyên xwe yên demokratîk bidomînin."