BI DÎMEN

Ridvan Ûs ê ji aliyê polîsan ve hat qetilkirin, hat veşartin

Ridvan Ûs li Farqînê aliyê zêdeyî hezar kesî ve bi merasîmeke girseyî li Goristana Şêx Xelîl hat veşartin.

Cenazeyê Ridvan Ûs ê li Farqînê di 5'ê Mijdarê de ji ber guleyên hêzên çekdar ên dewleta Tirk bi giranî birîndar bû û li Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdeyê ya Amedê dihat dermankirin, danê vê sibehê jiyana xwe ji dest da. Cenazeyê Ûs piştî otopsiyê radestî malbatê hat kirin.

Malbatê cenazeyê xwe bir Farqînê. Cenaze li gundê Yolarasi yê li pêşiya Farqînê ji aliyê gel ve hat pêşwazîkirin û ji bo bicihanîna wecîbeyên olî ew rakirin Mizgefta Ferîdûn. Girseya gel ê li ber Mizgefta Ferîdûn jî bi qîrîna dirûşma "Şehîd Namirin" û tilîliyan cenaze pêşwazî kir û ew bir Goristana Şêx Xelîl.

Hevserokê DBP'ê yê Amedê Alî Şîmşek li ber gora Ridvan Ûs peyivî û got, "Weke ku hûn jî dizanin, gelê Farqînê ji ber ku pêkanînên li dijî mirovahiyê qebûl nekir û li ber xwe da, rastî komkujiya dewletê hat. Ridvan û hevalên wî li dijî pêkanînên li derveyî mirovahiyê şer kirin û şehîd ketin."

Piştî Alî Şîmşek bavê Ridvan Ûs Faysal Ûs peyivî û got, "Kurê min şehîdê Kurdistanê ye. Bila serê tevahiya Kurdistanê sax be."

...