Rêya bazirganiyê ya DAIŞ’ê ket destê şervanên azadiyê
Piştî Şengal-gundê Meydana, deriyê bazirganiyê yê ev demeke di destê gerîlayên HPG-YJA Star, şervanên YBŞ, YPJ Şengal de bû bi temamî hat bidestxistin.
Piştî Şengal-gundê Meydana, deriyê bazirganiyê yê ev demeke di destê gerîlayên HPG-YJA Star, şervanên YBŞ, YPJ Şengal de bû bi temamî hat bidestxistin.
Piştî Şengal-gundê Meydana deriyê bazirganiyê yê ev demeke di destê gerîlayên HPG-YJA Star, şervanên YBŞ, YPJ Şengal de bû bi temamî hat bidestxistin. Her wiha rêya esasî ya ji Hesekê, Dêrezor, Şeddad, Holdan tê û diçe Mûsil, Şengal jî ket kontrola gerîlayan.
Di operasyona duh danê sibehê ji aliyê hêzên YBŞ, YPJ Şengal û hêzên HPG, YJA Star ve bi armanca azadkirina gundên li derdora Şilo hatibû destpêkirin de, gundê Meydana û rêya bazirganiyê ya çeteyên DAIŞ’ê bi temamî hat bidestxistin. Her wiha rêya ji Hesekê, Dêrezor, Şeddad û Holê tê û diçe Mûsil, Şengalê ku bi armanca bazirganiyê tê bikaranîn îro piştî nîvro ket destê şervanên azadiyê.
Çeteyên DAIŞ’ê piştî Hol hat azadkirin ji ber rêyên Hesekê, Şeddad hatin birîn ji gundê Medîban ê girêdayî Şilo di rêya di dolê de vekiribûn reviyan Bahac.