Rêxistinên DBP-HDP ên Wanê konê serxweşiyê yê li Giyadînê ziyaret kirin

Hevseroka DBP'ê ya Wanê Hamiyet Şahîn, rêveberên HDP'ê yên bajarê Wanê û rêxistinên HDP-DBP ên navçeyan, konê serxweşiyê yê li Giyadînê ziyaret kirin.

Hevseroka DBP'ê ya Wanê Hamiyet Şahîn, rêveberên HDP'ê yên bajarê Wanê û rêxistinên HDP-DBP ên navçeyan, konê serxweşiyê yê li Giyadînê ji bo gerîlayê HPG'ê Serhat Kizilay bi nasnav Canfeda Serhat û necmî Bûdak ên ji aliyê leşkeran ve hatin qetilkirin, ziyaret kirin.

Hevseroka DBP'ê ya Wanê Hamiyet Şahîn di axaftina xwe ya li vir de destnîşan kir ku hikûmeta AKP'ê xwest di roja komkujiyê de Tirkiyeyê bixe nava tarîtiyê, lê gelê Kurd bi berxwedana xwe re lîstik pûç kiriye.

Heyeta DBP û HDP'ê dûre der barê bûyerê de bi welatiyan re sohbet kir.

...