Rewşa 11 jinên girtî yên di çalakiyê de nebaşe!

Rewşa 11 jinên girtî yên di çalakiyê de nebaşe!

Rewşa 11 jinên girtî yên li Girtîgeha Tîpa E ya Amedê ku 43 rojin di çalakiya birçîbûnê ya bêdem û dorneveger de ne ber bi xeteriyê ve diçe.

Çalakiya birçîbûnê ya bêdem û dorneveger ku ji aliyê girtiyên ji doza PKK’ê û PAJK’ê 12’ê Îlonê ji bo sererastkirina mercên tenduristî, ewlekarî û azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û rakirina astengiyên pêşiya zimanê zikmakî û mafên demokratîk bên rakirin dayîn destpêkirin di roja 43’mîn de, rewşa 11 jinên girtî yên li Girtîgeha Tipa E ya Amedê ku 43 rojin di çalakiyê de ne tenduristiya wan her ku diçe xirab dibe.

Girtiyên jin yên çalakiya xwe berdewam dikin û tenduristiya wan xera dibe wiha ne:

Sara Aktaş: Sêrgejî, behalî, êşên movikan û serî, zehmetiya meşê, verişandin, hesasiyeta li hemberî deng û bêhnê, saniyonê kêm û zêde, bêxewî,

Herdem Kizilkaya: Sêrgejî, behalî, êşên movik û serî, kîlodayîn, zahmetiya vexwarina avê û bêxewî.

Zeynep Kaplan: Sêrgejî, behalî, êşên movik û serî, zahmetiya meşê, verişandin, hesasiyeta li hemberî deng û bêhnê, tansiyanên kêm û zêde, bêxewî, windakirina kîloyan û îshal.

Besime Konca: Sergêjî, bêhalî, êşên movikan û serî, reşbûna bin kapakê çavan, bêxewî.

Nihayet Taşdemir: Bêhalî, windabûna kîloyan, tansiyonê bê duzen, di stendin û dayîna bêhnê de zahmetî, xelandina mahdê.

Mizgîn Ari: Sergêjî, êşa movikan û serî, tansiyonên bê aheng,

Teybet Belge: Bêhalî, êşên serî û movikan, windabûna kîloyan û îshal.

Pero Dundar: Êşên serî û movikan, li hemberî deng û bêhnê hesasiyet, bêxewî, di vexwarinê de zehmetkêşî, tansiyonên bêaheng.

Seve Demîr: Sergêjî, êşên movik û serî, li hemberî bêhn û deng hesasiyetî, xwînbûna bêvilê, tansiyonên bê aheng.

Elif Ekinci: Sergêjî, windabûna kîloyan, bêhalî, tansiyonên kêm û zêde.

Ayşe Irmak: Sergêjî, bêhalî, tansiyonên kêm û zêde, windabûna kîloyan (zeîfbûn)