Rewşa dawî ya Minbicê
Pêşketina Şervanên Meclîsa Leşkerî ya Minbicê ya ber bi bajar ve didome. Şervanan li hemû eniyan, derbeyên giran li çeteyan dan.
Pêşketina Şervanên Meclîsa Leşkerî ya Minbicê ya ber bi bajar ve didome. Şervanan li hemû eniyan, derbeyên giran li çeteyan dan.
Operasyoan ‘Şehîd Fermandar Feysel Ebû Leyla’ di roja xwe ya 24’emîn de bi israra mezin û vîna xurt a şervanan didome. Şervanên meclîsê li hemû çeperan, derbeyên giran li çeteyan didin.
Ji şevê din û heta beriya çend saetan şerên dijwar li nêzî çerxeriya El-Şerîa ya eniya rojavayê bajar diqewimîn. Di encama şeran de, şervana dibistana Şerîa ji çeteyan rizgar kirin. Niha di navbera şervanan û çerxeriya Şerîa de tenê 50 metre maye. Di şer de gelek çete hatin kuştin, lê hejmara zelal nehat zanîn. Şerên li vê derê hê jî bi hemû dijwariya xwe didomin.
Li eniya başûr jî şerên dijwar hebûn. Li vê eniyê balafirên koalisyona navnetewî ya du êrîşên hewayî pêk anîn. Tê texmînkirin ku yek ji van êrîşan li dijî depoyeke cebilxaneya çeteyan hatiye pêkanîn. Ji ber ku piştî êrîş pêk hat, teqînên mezin rû dan û dûman bilind bû.
ŞERÊN GIRAN DIDOME
Li aliyekî din jî şervanên Meclîsê xwe gihandin aşên Minbicê jî û li wir jî şerên dijwar qewimîn.
Li rojhilatê bajar jî şevê din li derdora Sûka sewalan, şerên dijwar qewimîn. Li vir şervanan derbeyên giran li çeteyan dan.
Çeteyên DAIŞ’ê hê jî sivîlên li bajar weke mertalên zindî bi kar tînin. Hat zanîn ku çete li herêma Çerxeriya Şerîa û El-Esediye, welatiyan ji malên wan derdixin û malên wan mayîn dikin. Sivîlên ku xwe ji çeteyan xilas kirin ev yek piştrast kirin.
Li milê din kesên ku hewl didin ji ber çeteyan birevin û ji bajar derkevin jî dibin hedefa çeteyan. Herî dawî jî hin sivîlên ji herêmên derdora Çerxeriya Şerîa û El-Esediye bi awayekî birîndar gihiştin şervanên Meclîsa Leşkerî ya Minbicê. Şervanan jî ew kes hewaleyî nexweşxaneya Kobanê kirin.
6 KESÊN SÎVÎL JIYANA XWE JI DEST DAN
Ji ber mayînên ku çeteyan li ser rêyên ketin û derketina bajar bi cih kirine, 6 sivîlan jiyana xwe ji dest dan û nêzî 25 kesan jî birîndar bûn.