BI DÎMEN

Rewşa dawî ya li xaçerêya El Kîtab a li rojavayê Minbicê

Em çûn xaçerêya El Kîtab a li rojavayê Minbicê, ku ji aliyê şervanên Meclîsa Leşkerî ya Minbicê û QSD'ê ve hat rizgarkirin û me rewşa dawî şopand.

Duh tevahiya rojê, li herêmeke ji 200-300 metreyî ya li xaçerêya El Kîtabê, di navbera şervanên Meclîsa Leşkerî ya Minbicê/QSD û çeteyên DAIŞ'ê de şerekî dijwar qewimî.

Xaçerêya El Kîtab ji bo çeteyên DAIŞ'ê benda destpêkê ya kontrolê ya li rojavayê Minbicê bû. Di heman demê de li vê derê, çeteyan serê gelek mirovên sivîl jê kirin, ew ji avahiyan avêtin û îşkence li wan kirin.

...