Rewşa dawî ya li Gimgimê - HAT NÛKIRIN

Li Gimgim a di kontrola gel de ku Walîtiyê derketina kolanan qedexe kiriye, li ser navçeyê tevgera helîkopterên kobra heye. Mûrat Guler ê ji ANF’ê re axivî got: “Eger mudaxeleya leşkerî pêk bê dibe ku tiştên xerab rû bidin.”

Li Gimgim a di kontrola gel de ku Walîtiyê derketina kolanan qedexe kiriye, li ser navçeyê tevgera helîkopterên kobra heye. Niştecihê Gimgimî yê bi navê Mûrat Guler ku ji ANF’ê re axivî got: “Eger mudaxeleya leşkerî pêk bê dibe ku tiştên xerab rû bidin.”

Li navçeyê cih bi cih dengê çekan tê. Ji ber Walîtiya Mûşê derketina kolanan qedexe kiriye welatî nikarin ji malên xwe derkevin. Hevşaredara Gimgimê û rojnamevanên li navçeyê ku me xwest têkildarî mijarê em xwe bigihînin wan em negihiştin wan.

‘EGER MUDAXELE PÊK BÊ WÊ KOMKUJÎ PÊK BÊ’

Kesê bi navê Mûrat Guler ê bi rêya telefonê ji ANF’ê re axivî got ku ji duh ve li navçeyê pevçûn didomin. Guler diyar kir ku ji duh şev ve elektrîkê nadin navçeyê û dema serê sibê rabûne dîtine ku li her cihî xendek hene. Guler axaftina xwe wiha dewam kir: “Niha helîkopterên Kobra hatin. Cih cih pevçûn hene. Kes nikare ji malên xwe derkeve. Ketin û derketina Gimgimê girtiye, bi xendekan hatiye girtin. Av qut bûye, elektrîk nîne. Eger mudaxeleya leşkerî pêk bê dibe ku tiştên xerab rû bidin. Em bi fikar li pêşketinan dinêrin. Deverên ku sûman bilind dibin hene, lê çi ye em nizanin.”

Çavkaniyekî herêmî jî diyar kir ku leşkerên ji bajêr û navçeyên derdorê anîne di avahiya Xizmetên Gundan a li ser rêya Mûş-Gimgimê de hatine bicihkirin û got: "Dengê çek û bombeyan hê zêdetir ji wir tê. 

Li navçeyê li gel qutkirina elektrîk û avê şebekeyên xetên telefonan jî qut dibin. 

...