Rêveberiya Kantona Kobanê li Girê Spî daxuyaniya çapemeniyê da

Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Kobanê li ber Mala Gel a Girê Spî ku ji aliyê çeteyên DAIŞ’ê ve hatibû teqandin daxuyaniya çapemeniyê da, diyar kir ku Girê Spî wê bibe mîna biratiya Gelan a Sûriyeyê.

Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Kobanê li ber Mala Gel a Girê Spî ku ji aliyê çeteyên DAIŞ’ê ve hatibû teqandin daxuyaniya çapemeniyê da, diyar kir ku Girê Spî wê bibe mîna biratiya Gelan a Sûriyeyê.

Heyeta Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Kantona Kobanê ku serdana bajar kir, li meydana Girê Spî ji aliyê hêzên YPG/YPJ’ê ve hat pêşwazîkirin. Paşê heyeta ji Serokê Meclîsa Rêveber a Kobanê Enwer Muslim, Cîgira wî Bêrîvan Hesen, Rêveberê TEV-DEM’ê Ebdulrehman Hemo, Rûken Ehmed, Serokê Desteya Parastinê Ismet Şêx Hesen, Serokê Desteya Karên Derve Ibrehîm Kurdo, Seroka Desteya Jinan Emîne Bekir, Seroka Desteya Kar û Barê Civakî Herşo Faroq Şahîn pêk dihat serdana Mala Gel a Girê Spî ku ji aliyê çeteyan ve hatibû teqandin kirin.

Heyetê ku rewşa welatiyan jî pirsî li GIrê Spî li ber Mala Gel daxuyaniya çapemeniyê da. Di daxuyaniyê de Midûrê Buroya Çapemniyê ya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk Mistefa Balî destpêkê axivî û wiha got: “Em niha li ber mala gel a Girê Spî ne ku ji aliyê çeteyan ve hatibû teqandin. Xelkên herêmê bi darê zorê hatin koçber kirin. Di encama şerekî bi rûmet a şervanên YPG/YPJ’ê û Burkan El-Firat de niha bajarê Girê Spî hatiye rizgarkirin.ˮ

Paşê Serokê Meclîsa Rêveber a Kobanê Enwer Muslim axivî û da zanîn ku piştî sê salan ji çembera çeteyan a li ser Kobanê û dagirkirina Girê Spî, çember hat şikandin û niha Girê Spî jî hatiye rizgarkirin. Muslim wiha dom kir: “Bi berxwedana hêzên YPG û Burkan El-Firat pêkhateyên herêmê ji çeteyan xilas bûn û wê bi biratî bi hev re bijîn. Em wekî rêveberiya Xweseriya Demokratîk bi hemû derfetên xwe alîkariya şêniyên Girê Spî bikin da ku jiyaneke asayî di mala xwe de bijîn. Em ê sazî û meclîsên wan ava bikin.ˮ

Muslim, di dirêjiya axaftina xwe de da zanîn ku Rêveberiya Xweseriya Demokratîk piştî 4 salan ji şoreşa Sûriyeyê a stratejîk ji hemû pêkhateyên herêmê re pêşkêş kirin û ev tişt anî ziman: “Stratejiya Rêveberiya Xweseriya Demorkatîk li ser ti kesî ne xetere ye. Bingeha wê xwe dispêre mafê demokratîk ê hemû pêkhateyan. Em careke din serketin û rizgarkirina Girê Spî li hemû gelê Sûriyeyê pîroz dikin û em teqez dikin ku ev gav wê bibe gaveke nû ji bo avakirina Sûriyeyeke demokratîk.ˮ

Piştre Serokê Desteya Parastinê Ismet Şêx Hesen axivî û rizgarkirina Girê Spî li hemû pêkhateyên Girê Spî û şervanên YPG, YPJ û Burkan El-Firat pîroz kir û got ku gelê herêmê ji kiryarên çeteyên DAIŞ’ê xilas bûne. Hesen, destnîşan kir ku rizgarkirina Girê Spî wê bibe nimûneya Demokrasiya hemû Sûriyeyê.