Rejîma Sûriyeyê taxên Kurdan ên li Helebê bombaran kir
Hêzên rejîmê taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên Helebê ku piraniya şêniyên wan Kurd in, dane ber top û bombeyan. Di encama bombebaran û topbaranê gelek ziyanên madî çêbûn.

Ji sê rojan ve hêzên rejîmê bi balafiran û topan taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên Helebê topbaran û bombebaran dikin. Hêzên rejîmê di êrîşên xwe yên li dijî taxên Helebê û bi taybet Taxa Şêxmqsûd de bombe, fuze û topên giran bi kar tîne.
Balafirên şer ên rejîmê îro danê sibehê kolana Muxaberat a di navbera Şêxmeqsûd û Eşrefiyê bombebaran kirin. Di encamê de gelek ziyana madî di mal û avahiyên sivîlan de çêbûn. Heta niha di êrîşan de tu ziyana canî çênebûye.
Topbarana li ser herêmê hîn berdewam e, her wiha ji ber topbaran û bombebaranê şêniyên taxan malên xwe terk dikin. Êrşên li dijî gelek herêmên Helebê 3 roj in bi dijwarî berdewam dike. Li aliyê din şer û pevçûnên di navbera hêzên rejîmê û çekdarên mûxalefetê de didomin.