Rê û polîtîkayên bi tenê-Cemîl Bayik

Kobanê hebûna xwe ya mîna, bûyîna rûmeta hemû Kurdan, didomîne.

Kobanê hebûna xwe ya mîna, bûyîna rûmeta hemû Kurdan, didomîne. Ji ber vê yekê DAIŞ’ê êrîşî Kobanê kir. Di şexsê Kobanê de hat xwestin îradeya Kurdan were şikandin. Li pişt vê yekê jî dijminên Kurdan hene. Dema qala dijminên Kurdan tê kirin jî yekser Tirkiye û hikûmeta AKP’ê tê hişê mirov. Ji xwe dema êrîş pêk hat, hemû awir zivîrin ser Tirkiyeyê. Jixwe beşek ji yên êrîşî Kobanê kirin ji Tirkiyeyê derbas bûn; hem jî tevî cebilxaneyên xwe! 

Li Kobanê nêzî 250 sivîl hate qetil kirin. Lê belê beranberî van kuştiyan helwesta Tirkiyeyê bêexlaqî bû. Bi êrîşên DAIŞ’ê kêfxweş bû. Dema ev tevkujî pêkhat jî dewleta Tirk ji sedî yekê propogandayên reşkirinên li dij YPG’ê li dij DAIŞ‘ê ne anîn ziman. Li dewsa ku ji êşa gelê Kobanê re rêzdar be, bi gotinên mîna, “YPG li nexweşxaneyê 30 doktor û hemşîre, 100 nexweş di encama bombekirinê de qetil kirin” hewl da, ne tevkujiya DAIŞ‘ê; yên li dij tevkujiya DAIŞ’ê têkoşiyan mîna qatilê sivîlan nîşan bide. Rojnemeya ku weşana AKP’ê ye ev yek kir. Ev propogandaya reş ji aliyê navenda şerê taybet a AKP’ê ve hate amade kirin. Hevkariya AKP’ê û DAIŞ’ê bi vê weşanê careke din bi zelaliya xwe derkete holê. 

Şelaf, qelemşor û berdevkên AKP’ê nîşan didin ku çiqasî ji mirovahiyê dûr ketine. Dibêjin, “DAIŞ her çiqas tevkujiyan û karê dermirovahî pêkbîne jî, ji bo demekê ye, lê belê PYD li cihê ku bi dest xist wê mayinde bibe, ev ji bo me xirabtir e.” Tevkujer, qatil ne tehlûke ne lê PYD’ê ya ku xwe diparêze xirab û xeter e! Ji bo AKP’ê pîvan ne mirovahî ye, pîvan, “bi kêrî Kurdan tê an na?” ye. Ger bi kêrî Kurdan were xirab e! Em bi têgihiştin û feraseteke evqasî kirêt û nexweş re rû bi rû ne. Di salên 1990’î de propogandayên reşkirinê ji yên niha bi rêkûpêktir dihatin kirin. Niha beyî ku rûyê xwe veşêrin vê yekê dikin. An gelekî nezan in, an jî karakterê wan wisa ye! Bê guman ji ber karakterê xwe wisa dikin. Bi rastî evqasî jî nabe. Mirov difikire ku qiyamet nêzîk bûye. Ji ber ku hemû xirabî û kirêtiyên beriya qiyametê vekirî tên kirin. 

Dewleta Tirk wê bi vê dijminatiyê bigihije ku? Ji bo xatirê hezar salê jiyana bi hev re be jî, hindik jî be, ev dijminatî gelo kêm nabe? Kî wê ji demagojiyên wan ên mîna, “em ne li dij Kurda ne, em li dij PYD’ê ne” bawer bike? Tiştên bi vî rengî hêrsa Kurdan zêdetir dikin. Ji bilî hin Kurdên şelaf û hevkarên AKP’ê ti kes guh nade van demagojiyan. Ji ber ku ev demagojî êdî gotinên şerê psîkolojîk ên kevinbûyî ye. 

PYD wisa ye, nizanim çawa ye, di bin kontrola nizanîm kîjan hêzê de ye! Bi dîtina qulpên ji bo PYD’ê dixwazin ser dijminatiya xwe ya li dij Kurdan bigirin. YPG-YPJ tenê xwe diparêzin. Ji xweparastin û li cihekî mîna Sûriyeyê ku bûye qada şerekî bi xwîn jixwe, xwe birêvebirina Kurdan xwezayîtir tiştek tineye. Ti hêz nikare kantonan ne rewa û mîna xeter nîşan bide. Hebûnên kantonan mafê Kurdan e. Ne Tayyip Erdogan ne jî kesekî din nikare zimandirêjiyan bike. Ji ber vê yekê gotinên wan ên qaşo dibêjin ew ê destûrê nedin qebedayitiya erzan e. Ji serokomarê Tirkiyeyê re wê bêjin, “Çima tu têkildarî mijarê dibe, çi te eleqadar dike?” Xuyaye, difikire ku hin hêzên heyî, wê rewşa niha berevajî bikin. Mîna çar salên dawî ku xwe dixapandin niha jî xwe dixapînin. Bi gotina herî ji rêzê Tayyip Erdogan û AKP tim li ser hesabê şaş leyist û her tim jî winda kir. Hêna jî di heman şaşiyê de israr dikin. Dema têgihiştineke çareseriyê ya hebûna Kurdan qebûl dike bi pêş bikeve li dewsa hêzên ne ewle, wê mîna demên zehmet ên hezar salê borî dîsa xwe bispêrin Kurdan. Lê mixabin têgihiştina yek, yek, yek, wan jehr kirine, çavê wan kor kirine. Rastiyan nabînin. Rêber Apo û Tevgera Azadiya Kurd rotaya rast nîşanî wan dide, lê qedr û qîmetê vê yekê nizanin. Em çi bêjin ew ê bikin û ew ê bibînin! Poşmaniya dawî jî wê feyde neke. Diyar e mîna Laz ê li ber sêdarê ew jî, wê bibêjin, “bila ev ji me re bibe ders”. Erdogan û AKP ber bi vê rewşê ve diçin. 

Dewleta Tirk û Erdogan rastiya Kurd a heyî fahm nekirine û rast nenirxandine. Ne bi şêwazekî zanistî û ilmî, bi hestiyarî, peşhukmî û jiberên heya niha tevdigerin, difikirin. Gelê Kurd ê 40 sale şer dike û berdelên giran dane, heye. Divê rastiya vî gelî were dîtin û li ber çavan were girtin. Naxwe, wê tim beranberî herikê avjeniyê bikin. Tiştê niha tê kirin, jixwe ev e. 

Li Rojhilata Navîn artêş û çek heta radeyekê hêzê îfade dike. Hin mijar hene ku bi artêş û çekê nayên çareser kirin. Mîna şerê ku 40 salan li dij Kurdan tê dayîn, bê encam ma! Hin aqilmendên wan dibêjin evqas hêza wan a leşkerî heye çima vê hêzê li Rojhilata Navîn wernagerînin hêza siyasî jî. Mantiq ê raste rast ev e. Cih û demên ku hêza leşkerî bi bandor e, hene. Lê belê eger difikirin ku vê yekê li dij Kurdan bikar bînin, wê karibin encamê bidest bixin, ev şaşitiyeke mezin e. Li Tirkiyeyê hinek jê niha bi vê têgihiştinê tevdigerin. Berê ji bo yên bi vî rengî difikirin re “NATO mermer NATO serî” dihate gotin. Niha serê Tayyip Erdogan û hin şêwirmendên wî jî wisa ye. Em dikarin ji van re bêjin serîkevir jî. Yên ji kral xwe kraltir dibînin çiqasî serê kral xwarine? Bawer dikim hejmara kralên bi vî rengî pirr e. Niha wê Tayyip Erdogan jî li wan zêde bibe.  

Êdî kes nikare Kurdan parçebûyî û lewaz bibîne. Êdî derfeta ku dewletek karibe Kurdan xwe biçewisîne nemaye. Her wiha derfeta dewletên dagirker a li hev civîn û bi hev re çewisandina Kurdan jî nemaye. Eger dewleta Tirk li hin rêxistin, partî û hin dewletên ku ji xwe kere kirine duvik bawer bike û polîtîkayên bi vî rengî dimeşîne, divê were zanîn ku dema wê jî çûye. Her wiha eger bi hin xeyal û nostaljiyan li pey hin armancan dibezin jî, divê bizanin xwe dixapînin. 

Divê Tirkiye mudaxilê li Rojava neke. Li me gotin! Bi gotina herî ji rêzê, destê Kurdan pancaran hur nake. Kurdê parçeyekî welêt, Kurdê parçeyên din bi tenê nahêle. Nêzîkatî û têkiliya hin partî û rêxistinên ne Tirkiyeyê ne jî AKP’ê rizgar nake. Niha dem tam dema aştî û çareserkirina pirsgirêkan a bi Kurdan re ye! Polîtikaya û rêya bi tenê ya Tirkiyeyê bihêz bike ev e. 

Çavkanî: Yenî Ozgur Polîtîka, Azadiya Welat