Rapora Cizirê: Dewletê sivîl qetil kirin

Hiqûqnasan der barê OHAL'a Cizîrê ku bû sedema qetilkirina 21 welatiyên sivîl rapora ji 46 rûpelan pêk dihat amade kirin.

Hiqûqnasan der barê OHAL'a Cizîrê ku bû sedema qetilkirina 21 welatiyên sivîl rapora ji 46 rûpelan pêk dihat amade kirin. Hiqûqnasan, di rapore de diyar kir ku kesên birîndar bûne û hatine qetilkirin ji aliyê polîs û tîmên taybet ve hatine qetilkirin. Hiqûqnasan, xwest bi lezgîn lêpirsînek xurt bê kirin û polîs û tîmên taybet ên kujer bên cezakirin. Hiqûqnasan xwest Waliyê Şirnexê û Qeymeqamê Cizîrê jî ji peywirê bên dûrxistin.

Komeleya Hiqûqnasên Mezopotamya (MHD), Komeleya Hiqûqnasên Azad, (OHD), Baroya Hiqûqê ya Sedsalê.  Weqfa Lêkolînê Hiqûq û Civakê (TOHAV) û Baroya Şirnexê têkildarî OHAL'a Cizîrê ku di navbera 4-12'ê Îlonê de pêk hat rapora ji 46 rûpelan pêk hat amade kir. Hiqûqnasan li avahiya Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) civîna çapemeniyê pêk anîn. Hevserokê TOHAV'ê Cemil Adiyaman rapor bi rayagiştî re parve kir. Cemil Adiyaman, diyar kir ku piştî Walîtiyê der barê Cizîrê de kolan qedexe kir û OHAL ava kir, ji gelek bajarên Tirkiyeyê xwestin biçin Cizîrê, lê nekarîbûn biçin. Adiyaman, anî ziman ku gelek xanî û avahî ji aliyê tîmên taybet ve hatin hilweşandin û zerakek gelek mezin pêk hatiye.

Adiyaman, destnîşan kir ku polîs û tîmên taybet ketober kolan û tax gulebaran kirine û di encama êrîşên çekdarî de gelek welatî di malên xwe de birîndar bûne û wiha got: "Li gelek tax û kolanên ku maşîneyên zirxî neketine, helîkopteran ji hewa de gulebaran kirin. Welatiyên taxê jî diyar kirin ku li gel birîndar hebûn û bang li ambulansê kirin jî dîsa ambulans neçû. Ambulansa çû birîndaran bibe jî ji aliyê polîsan ve hat astengkirin."

Tespîtên heyetê yên der barê Cizîrê de wiha ne:

* Berî li Cizîrê derketina kolanan qedexe bibe jî dîsa bi awayekî fiîlî qedexe hebû.

* Ji roja ku li Cizîrê derketina kolanan hat qedexekirin heta dawî 21 welatiyên sivîl ji aliyê polîs û tîmên taybet ve hatin kuştin. Gelek birîndar bûn û nehatin dermankirin.

* Piştî qedexeya li Cizîrê destpê kir, hêzên dewletê av, elektrîk û hemû alavên ragihandinê qut kirin.

* Destûr nedan ku jinên ducanî biçin nexweşxaneyê û ji neçarî gelek jin li malê zarok ji wan re bûye. Gelek zarokên wan mirine.

* Weke salên 90'an niha jî bi zanebûn gelek tîmên taybet ku gelek sûcên mirovahiyê kirine li Cizîrê peywirdar kirine.

Peymana Cenevre ku Tirkiye jî îmze avêtiye peymanê hatiye îhlalkirin. Li Cizîrê bêhiqûqiya herî mezin pêk hatiye. Em ê der barê van pêkanînan de serî li hiqûqa derve bidin.

Di encama raropê de wiha hat gotin:

"* Em berî her tiştî dibêjin 'Em dibêjin niha aştî" û bang li Mirovên aqilmend dikin ku li Cizîrê lêkolîn bikin.

* Divê Waliyê Şirnexê û Qeymeqamê Cizîrê ji peyvirê bê girtin û der barê wan de lêpirsîn bê vekirin.

* Hemû tîmên taybet û polîsên ku tevlî sûc bûne divê bên tespîtkirin û bên cezakirin.

* Divê qedexeya li kolanan bi lezgîn bi dawî bibe.

* Divê li şûna polîtîkayên şer pêvajoya muzakere û diyalogê dest pê bike.

'OCALAN BAL KIŞANDIBÛ SER TEHLÛKEYÊ'

Piştî raporê Parêzerê Buroya Hiqûqê ya Sedsalê Şinasî Tûr, diyar kir ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Tcalan berê jî bal kişandibû ser Cizîr, Gever, Farqînê û tehlûkeyên ku rû bidin.

Tûr, anî ziman ku bûyerên li Cizîrê pêk hatin ji yên Kobanê ne dûr bûn û wiha got: "Kesên dixwazin Tirkiye têxin nava şerê navxweyî hene. Tîmên taybet li Cizîrê bi erebî diaxivin. Dixwazin wekî DAIŞ'ê tevbigerin û salên 1990'an dîsa têxin meriyetê.