QSD: Hêzên me operasyona tolhildanê li dar xistin

Navenda Çapemeniya QSD’ê bi daxuyanike nivîskî diyar kir ku hêzên wan operasyona tolhildana 13 şehîdan li dar xistine.

Hêzên Sûriya Demokratîk bi daxuyaniyeke nivîskî diyar kir ku piştî 13 hevalên wan di 12’ê Hezîranê de li rojavayê Eyn Îsa şehîd ketin, wan operasyona tolhildanê li dar xistine.

QSD der heqê şerê li dijî çeteyên DAÎŞ’ê de daxuyaniyek weşand, diyar kir ku di operasyona tolhildanê de hejmareke zêde ji çeteyan hate kuştin û birîndarkirin. QSD’ê di daxuyaniyê de got operasyona ku wan 22’yê Hezîranê pêk anîne bi mebesta tolhildana 13 hevalên wan ên şehîd in û ev agahî di daxuyaniyê de hate dayin: ‘’ Hêzên me 22’yê Hezîranê li başûrrojhilatê bendava Tişrînê li dijî baregêhên çeteyên DAIŞ’ê operasyonek li dar xistin. Di encam de hêzên me qadeke direjahiya 3.5 km ji destê çeteyan derxistin û gundên Hemdi Şêx, Xirbê, Efarim, Aveyş, Hamudiye û 2 mezra rizgar kirin. Piştî rizgarkirina van herêman, çeteyên DAIŞ’ê şevê din saet 01.00’ê carek din êrîş birin li ser hêzên me, lê ev êrîş jî ji aliyê hêzên me ve hat şikandin. ‘’