QSD'ê wê li gorî agirbestê tevbigere
Berdevkê Fermî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD), Telal Silo ragihand ku ew ê li gorî agirbesta li Sûriyeyê hatiye ragihandin, tevbigerin.
Berdevkê Fermî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD), Telal Silo ragihand ku ew ê li gorî agirbesta li Sûriyeyê hatiye ragihandin, tevbigerin.
Berdevkê Fermî yê Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD), Telal Silo de rbarê agirbesta ku di encama lihevkirina navbera Rûsya û Amerîka de li Sûriyeyê pêk hatiye, daxuyaniyek da.
Silo wiha anî ziman: “Lihevkirina ku di navbera Rûsya û Amerîka de pêk hat û agirbesta ku li Sûriyeyê hat ragihandin, di encama kedeke dîplomatîk a navnetewî de pêk hatiye ku bibe destpêka çareseriya siyasî ya pirsgirêka Sûriyê û destpêkirina pêvajoyeke nû. Em bi hêvî ne ku ev agirbest ne weke yên berê be û encamên baştir jê werin bidestxistin.
Ev lihevkirin armanc dike ku bingehekî pêvajoyeke siyasî ya xwedî bawerî ava bike. Her wiha alîkariyê bigihêjin herêmên Sûriyeyê yên dorpêçkirî. Ji ber vê yekê em weke Hêzên Sûriyeya Demokratîk radigihînin ku em ê li gorî vê agirbesta ku ji aliyê Amerîka û Rûsyayê ve li ser hatiye lihevkirin, tevbigerin.
Her wiha em hemû hewldanên dîtina çareseriyeke siyasî ya ji bo pirsgirêka Sûriyeyê, bi nirx dibînin.”