Qonaxa duyemîn a Plana Têkbirinê: Operasyona Amed-Licê
Piştî ku Walîtiya Tirk a li Amedê, li 39 gundên Licê, Karaz û Hezroyê derketina derve "qedexe" kir, leşker û polîsên Tirk dest bi êrîşê kirin. Ev êrîşên giran dewam dikin.
Piştî ku Walîtiya Tirk a li Amedê, li 39 gundên Licê, Karaz û Hezroyê derketina derve "qedexe" kir, leşker û polîsên Tirk dest bi êrîşê kirin. Ev êrîşên giran dewam dikin.
Dewleta Tirk, piştî êrîşên li hemberî bajar û navçeyan, qonaxa duyemîn a "Plana Têkbirinê" dixe meriyetê.
Di vê çarçoveyê de, li Amed û navçeyên wê, bi 20 hezar leşker û polîsên tîmên taybet operasyoneke berfireh hat destpêkirin.
Piştî ku Walîtiya Tirk a li Amedê, li 39 gundên Licê, Karaz û Hezroyê derketina derve "qedexe" kir, leşker û polîsên Tirk dest bi êrîşê kirin. Ev êrîşên giran dewam dikin.
Gelek nuqteyên vê herêmê bi top û balafirên şer tên bombekirin. Di heman demê de li herêma Sisê, ku gorên gerîlayên HPG'ê lê ne, şerekî dijwar qewimî. Ji herêmê dengê teqînan tê û dû bi ser herêmê ketiye.
BOMBE LI GUNDAN TÊN BARANDIN
Gundên Akçabûdak, Arikli, Baharlar, Bayirli, Çavûndûr, Çagdaş, Dolûnay, Ergîn, Hedîk, Kiliçli, Ortulu, Seydanli, Ûlûcak, Yamaçli, Yalimli, Yorûlmaz, Kayacik, Mezramiho, Saggoze û derdora wan tên bombekirin. Ev gundên tên bombekirin û xeta telefonê lê hatiye birîn, ji bejahî ve jî çûn û hatin nepêkan e.
LI GUNDÊN HATIN VALAKIRIN, LEŞKER BI CIH DIBIN
Ji bilî kalekol û qereqolên li derdorê, li ser girên bilind jî konên mezin ên biryargehan tên vedan. Tank û yekîneyên zirxî tên bicihkirin.
Gundên Dîbek, Çagdaş, Cenazûr, Yolçati bi gef û zorê hatin valakirin. Li van gundên hatin valakirin, leşker bi cih bûn.
Her wiha, ji ber êrîşên tîmên taybet li bejahiya navbera gundên Qurmik û Baravê şewat derket. Hêzên dewleta Tirk nehiştin gundî vî agirî vemirînin.
Di heman demê de daristanên li vê derê jî tên şewitandin. Leşker û polîsên Tirk her wiha dehl û rezên li derdora gundan jî hedef digirin.
Li ser vê qada bejahî balafirên keşfê yên bê mirov jî digerin.
AKP/Qesr bi vî rengî dixwaze mirovên li vê herêmê bi zorê derxînin û vê derê ji mirovan xalî bike.
Ji ber têkçûna qonaxa yekemîn a 'Plana Têkbirinê', di civîna MGK a dawî de dewletê planên nû kir. Di vê çarçoveyê de hat plankirin ku hin navçe, gund û gundikên li ser sînor cihê wan bên guhertin, operasyon li qada bejahî bên belavkirin û bi taybetî Lice hedef were girtin.
Li pişt plana 'garantiya hiqûqî' ya ji bo pêşîgirtina li darizandina hêzên dewletê yên sûc kirine hat amadekirin, tê gotin ev operasyon hene.
CIHÊ MEDYAYÊ DI VÊ OPERASYONÊ DE
Medya Qesrê jî bi taybetî Licê hedef nîşan dide û bi vî rengî cihê xwe di nava operasyonê de digire.