Qeyûmên AKP'ê li Wanê 223 personel ji kar derxistin
Qeyûmên li Wanê li şûna Hevşaredarên DBP'yî hatin bicihkirin, li 4 şaredariyan bi giştî 223 kes ji kar derxistin.
Qeyûmên li Wanê li şûna Hevşaredarên DBP'yî hatin bicihkirin, li 4 şaredariyan bi giştî 223 kes ji kar derxistin.
Qeyûmên ku di 11'ê Îlonê de ji aliyê Wezareta Karên Hundir a Tirk ve li Wanê li şûna Hevşaredarên DBP'yî hatin bicihkirin, di encama lêpirsîna polîsan de 223 kes ji kar derxistin.
Qeyûm li gorî raporên polîsan tevgeriyan û li navçeya Artemêtanê 21, li navçeya Rêya Armûşê 59, li navçeya Qelqeliyê 4 û li navçeya Erdîşê jî 14 kes ji kar derxistin. Qeyûman ji van karkeran re nivîs şandin û gotin, ew ê peymana wan a kar nû neke.
Qeyûmê li Rêya Armûşê Onder Can jî biryar dar 125 xebatkarên paqijiyê ji kar derxîne.
Rayedarên Tum Bel Senê li ser mijarê agahî dan û gotin, ev yek li ser hewldanên polîsan hatiye kirin û wê mijarê bibin ber destê Dadgeha Destûra Bingehîn. Rayedarên sendîkayê anîin ziman, ku eger encamekê ji vir bi dest nexin, ew ê serî li Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê bidin.
Tê gotin, li gorî raporên polîsan wê qeyûmên AKP'ê van operasyonên xwe yên li dijî karkeran di rojên pêş de jî bidomînin.