Di fermana ku ji aliyê Qeymeqamê Tatosê Lutfullah Un ve ji saziyên dewletê re hate şandin ji bilî Tirkî bikaranîna hemû zimanan qedexe kir. Rêxistinên DBP û HDP'ê jî li dijî fermanê nerazîbûn nîşan dan û der barê qeymeqam de gilî kirin.
Qeymeqamê navçeya Tatosa Erziromê Lutfullah Un ji saziyên dewletê re fermanek şand û ji bilî Tirkî bikaranîna hemû zimanan qedexe kir û da xuyand ku yên li dijî vê yekê çavên xwe digirin jî wê bên cezakirin. Fermana ku bi îmzeya elektronîk a dîroka wî 14'ê Tebaxê ye hatiye şandin de wiha tê gotin: "Xebatkarên cemaweriyê li qadên aîdî cemaweriyê heta ku pêwîst nebe ji bilî Tirkî zimanên din neyên bikaranîn, amîrên saziyan di vê mijarê de hesas tevbigerin der barê personelên ku li gorî vê yekê tevnagerin de wê karên qanûnî bên kirin. ji bo vê yekê divê kêmasiyek çênebe."
Rêxistinên DBP û HDP'ê jî li ber avahiya HDP'ê daxuyanî dan û li dijî fermana qeymeqam a skandal nerazîbûn nîşan dan. Parlamentera HDP'ê ya Erziromê Seher Akçinar Bayar jî tevli daxuyaniyê bû. Hevserokê HDP'ê yê Tatosê Fatîh Dogan axivî û wiha got: "Li vî navçeyê ji sedî 99 mirovên ku dijîn zimanê xwe yê dayikê Kurdî diaxivin, xwe bi vî rengî îfade dikin. Dema ku em pêvajoya dawî ya siyasî li ber çavan digirin ev giştîname wekî yên salên 90'an e. Em vî qedexeyê qebûl nakin û heta ku em bikaribin zimanê xwe yê dayikê li hemû qadên jiyanê de bi aweyeke azad bikar bînin em ê têkoşîna xwe bidomînin."
Parlamenter Akçinar Bayar jî diyar kir ku der barê qaymeqam de gilî kirine û ew ê serî li Wezareta Karên Hundir û Walîtiya Erizomê bidin.