Şaxê ÎHD'ê yê Mêrdînê, li ser binpêkirina mafên mirovan ên li Nisêbînê bi qedexeya derketina derve re destpê kir daxuyaniyek da û got, "Qedexeya derketina derve tê wateya binpêkirina mafê jiyanê yê bêdawî."
Di daxuyaniya nivîskî ya Şaxê Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) yê Mêrdînê de hat gotin, "Ji aliyê Qeymeqamiya Nisêbînê ve, li navçeya Nisêbînê ji 13'ê Mijdarê roja Înê saet 21:00 û pê ve, heta fermaneke duyemîn 'Qedexeya Derketina Derve' hatiye îlankirin.
Di roja duyemîn a qedexeya derketina derve ya li Nisêbînê de:
-Faysal Çakar (50) û zarokê 7 salî C. Çakar birîndar bûn
-Selamet Yeşîlmen a 44 salî jiyana xwe ji dest da, keça wê S. Yeşîlmen a 14 salî, kurê wê F. Yeşîlmen ê 10 salî birîndar bûn, Yilmaz Tûtak ê 30 salî ku bi hawara wan ve çû û Abdulhakîm Aytîmûr birîndar bûn.
Qedexeya derketina derve tê wateya binpêkirina mafê jiyanê yê bêsînor.
Li pêşberî tespîtên ku di çapemeniya herêmî de hatin kirin û divê cidî werin girtin, girînge derhal û derhal dawî li vê qedexeya li dijî hiqûqê ye bê anîn.
Ji bo rastiya li ser qetilkirina Selamet Yeşîlmen a 44 salî û zarokên wan ên hatin birîndarkirin bê ronîkirin, divê derhal qedexeya derketina derve bê rakirin.
Daxuyaniya Walîtiya Mêrdînê ya li ser mijarê cihê gumanan e. Eger Walîtiya Mêrdînê dixwaze rastiya li Mêrdînê bê ronîkirin, divê qedexeya ku li dijî qanûnane tavilê rake.
Em dixwazin qedexeya derketina derve derhal were rakirin.
Di otopsiya Selamat Yeşîlmen a li Nexweşxaneya Dewletê ya Mêrdînê de parêzerên me amade bûn û em ê daxuyaniya berfireh a li ser mijarê bi raya giştî re parve bikin."