PYD: Êrîş ji ku tê bila bê, em amade ne
Hevserokatiya PYD'ê nerazîbûn nîşanî destwerdaneke gengaz a leşkerî ya Tirkiyeyê da û bang li hêzên navneteweyî kir ku destûrê nedin destwerdanê.
Hevserokatiya PYD'ê nerazîbûn nîşanî destwerdaneke gengaz a leşkerî ya Tirkiyeyê da û bang li hêzên navneteweyî kir ku destûrê nedin destwerdanê.
Hevserokatiya PYD'ê nerazîbûn nîşanî destwerdaneke gengaz a leşkerî ya Tirkiyeyê da û bang li hêzên navneteweyî kir ku destûrê nedin destwerdanê. PYD'ê got, "Êrîş ji ku tê bila bê, em amade ne" û bang li rayedarên Tirk kir ku dest ji siyaseta provokatîf berdin.
Hevserokatiya Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) li ser gefên dewleta Tirk ên ji bo destwerdaneke leşkerî li xaka Rojava û Sûriyeyê, daxuyaniyeke nivîskî weşand.
Hevserokatiya PYD’ê di daxuyaniya de bal kişand ser daxuyaniyên rayedarên Tirkiyê û gefên wan ên destwerdana li xaka Rojava û Sûriyeyê û got: "Piştî gefên hin rayedarên hikûmeta Tirkiyeyê, hêzên leşkerî li nêzî sînorê Sûriyeyê hatin bi cih kirin. Ji ber vê yekê em dixwazin van xalan ji gelê xwe û raya giştî ya navneteweyî re zelal bikin:
Em wekî beşeke siyasî ji Rêveberiya Xweseriya Demokratîk her dem ji bo rêzgirtina qanûnên navneteweyî tevdigerin. Di mijara sînorên navdewletî û cîrantiyê de bi rêzdarî li gorî hemû peymanên navnneteweyî tevdigerin.
Niyeta me ya avakirina dewleteke serbixwe nîne. Tiştên ku Serokomarê Tirkiyeyê behsa wê dike ne di cihê xwe deye. Ya rast em ji bo pêşxistina Rêveberiya Xweseriya Demorkatîk ku nimûneya herî rast a çareserkirina aloziya Sûriyê ye kar dikin. Rêveberiya Xweseriya Demokratîk wê mafê hemû netewe, mezheb û olan destnîşan bike. Ya din jî ev mijar behsa wê tê kirin mijareke hundirîn a gelê Sûriyeyê ye, ne ji mafê welatên cîran e mudaxele bikin.
Em weke PYD û hemû hevkarên me yên di Rêveberiya Xweseriya Demokratîk de, careke din destnîşan dikin ku ti niyeta me ya binpêkirina aramiya welatên cîran nîne. Em hêvî dikin ku welatên cîran jî mudaxeleyî rewşa hundir a Sûriyeyê nekin û li gorî peymanên Neteweyên Yekbûyî û cîratiyê tevbigerin.
Em alîkariya Hevpeymana Navneteweyî ya li dijî terorê dikin. Em li gorî zagonên navneteweyî tevdigerin. Hin hevkarên me yên şer terorê di heman demê de hevkarên Tirkiyeyê ne jî, ji ber vê yekê çi êrîşa li ser hêzên YPG’ê û hevkarên wan ku di Rojava de pêk werin wê xizmeta komên terorîst tenê bikin.
Destwerdana leşkerî ya li Rojava wê bandora wê ya herêmî û navdewletî hebe. Her wiha wê rewşa siyasî ya di Sûriyeyê û Rojhilata Navîn aloztir bike û wê ewlekariya navneteweyî binpê bike. Em ji welatên mezin û bi taybet ên bi Tirkiyeyê di nava NATO de û bi di serî de Amerîka û Fransa hêvî dikin ku rê nedin destwerdaneke gengaz a Tirkiyeyê ku di Rojava ya beşeke Sûriyeyê ye pêk were.
Hêzên YPG’ê û hevkarên wan parastina herêmên Rojava ji rejîma dîktator û komên çete kirin. Ji bo parastinê gelek qurbanî dan û ew niha jî amade ne bersiva êrîşên din ji kîjan aliyî be bidin."
Hevserokatiya PYD’ê da zanîn ku armanca wan a sereke avakirina sîstemeke demorkatîk a Sûriyeyê ye û di berdewama daxuyaniya xwe ev tişt anî ziman:
"Em dixwazin sîstemeke demokratîk di çarçoveya Sûriyeke yekbûyî ku mafê hemû pêkhateyan biparêze de ava bikin. Em ji bo têkiliyên baş bi welatên cîran û civakan re ava bikin kar dikin. Em beşek ji Koalîsyona li dijî terorê ne. Li ser wî esasî em bang li rayedarên Tirkiyeyê dikin ku dest ji siyasetên xwe yên provokatîf berdin, em bang li hêzên mezin dikin ku mudaxeleyî destwerdaneke gengaz a li Rojava bikin. Em careke din soza xwe ku em ê li gorî peymanên navneteweyî tevbigerin dubare dikin û em bang li Tirkiyeyê ya cîran dikin ku bi rêzgirtin û li gorî qanûnên navneteweyî nêzî cîrantiya bi Rojava re bibin, her wiha dest ji tevgerê xwe yên provokatîf berdin."