PYD'ê êrîşa li dijî Eşrefiyeyê şermezar kir

PYD'ê êrîşa li dijî Eşrefiyeyê şermezar kir

Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD), topbarana hêzên rejîma Sûriyeyê ya li dijî Taxa Eşrefiye ya Helebê ku piraniya wan kurd in û di encamê de 9 jê kurd 15 kesan jiyana xwe ji dest da, şermezar kir.

Desteya Birêvebir a PYD'ê derbarê mijarê de daxuyaniyek nivîskî weşand. Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku ev salek û nîv le Sûriyeyê kirîzek heye û li ser gelê Sûriyeyê jî pêkanînên xeternak tên meşandin. Di daxuyaniyê de hate gotin ku ji van pêkanîna gel cih û warên xwe, mirovên xwe winda dike û ev yek jî rihê tolhildanê zêdetir dike, her wiha navbera aliyan zêdetir vedike.

Di berdawama daxuyaniyê de li ser komkujiya ku duh ji aliyê hêzên rejîma Sûriyeyê ve li Taxa Eşrefiye ya Helebê hatiye pêkanîn jî hate rawestîn û ev tişt hatin gotin: "Gelê me êvara cejna Qurbanê bi nûçeyek xemgîn pêşwazî kir. Ev êrîş di dema ku rejîmê agirbest ragihandiye ve pêk hatiye. Kesên sivîl ku tu sucek wan tune ye, bi hawan û fuzeyan hatine kuştin. Ev şerê li ser gelê Sûriyeyê hatiye ferzkirin, çavkaniyên jiyanê yên gelê Sûriyeyê qut dike."

Di daxuyaniya ku êrîş bi awayekî tund hate şermezarkirin de hate gotin ku şer êdî di navbera rejîmê û muxalefetê de nayê meşandin, her aliyek xwe dispêre hêzên derve û ev yek jî herî zêde zirarê digihîne gel.

Li ser çareserkirina pirsgirêkan jî, di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku PYD'ê xetek ku xwe dispêre gel esas girtiye û wiha hat domandin: "Di vê xetê de gotin ne ya desthilatdariyê ye, ya gel bixwe ye. Projeya xweseriya demokratîk jî ev e û xwe dispêre hêzên xweser. Vê projeyê jî îspat kiriye ku tekane rêya çareseriyê ye û serkeftina gelan bixwe re tîne."

Di dawiya daxuyaniyê ji malbatên kesên jiyana xwe ji dest dane re sersaxî, ji kesên birîndar bûne jî, şifa hate xwestin. Dîsa ji gel hate xwestin ku di her şert û mercan de nirxên xwe biparêze.