Serokê Şaxa ÎHD'ê yê Bedlîsê Prz. Şevket Epozdemîr yê ku di sala 1993'an de li navçeya Tetwanê ya Bedlîsê hate qetilkirin li ser gora xwe hate bîranîn.
Parêzvanê mafê mirovan û Serokê Şaxa ÎHD'ê yê Bedlîsê yê berê Prz. Şevket Epozdemîr yê ku di sala 1993'an de hate qetilkirin hate bîranîn. ÎHD, MEYA-DER, BDP û malbata Epozdemîr li Goristana Karşiyakayê ya Tetwanê hatin cem hev û bîranîn li dar xistin. Di bîranînê de pankrata "Di 19'mîn salvegera şehada Birêz Parêzer Şevket Epozdemir de em wî bi rêzdarî bi bîrtînin" hate vekirin.
Birayê Epozdemîr Şakîr Epozdemîr di bîranînê de axivî û diyar kir ku, birayê wî di jiyana xwe de her tim li hemberî bêdadiyê têkoşîn da meşandin û her tim li cem kesên mazlûm cih girt. Epozdemîr anî ziman ku, wan tu caran ala birayê xwe ya têkoşînê nehişt bikeve erdê.
Piştî daxuyaniyê bîranîn bi dawîbû.