Provokasyona polîsan li Wanê bi serketî bi encam bû
Li Wanê hin ciwanên ku dihate îdîakirine ji aliyê polîsan ve kirine ajan, li Taxa Karşyaka ya bajêr hema ji nişka ve çalakiyek pêk anîn û polîsan êrîş. Ev yek bû sedem ku di navbera malbatan de pevçûn çêbibe. DBP’ê malbatan li hev anî.
ANF
WAN
çarşem, 8 avrêlê 2015, 17:23
Li Wanê hin ciwanên ku dihate îdîakirine ji aliyê polîsan ve kirine ajan, li Taxa Karşyaka ya bajêr hema ji nişka ve çalakiyek pêk anîn û polîsan êrîş. Ev yek bû sedem ku di navbera malbatan de pevçûn çêbibe. DBP’ê malbatan li hev anî.
Li taxa Karşiyaka ya navçeya Îpekyolu ya navenda Wanê piştî bûyerên ji ber kesên li nava taxê rûyê xwe bi rûpoşan dipêçan û li nava taxan digeriyan, malbatên Sezer û Gur girtin hev. Di encama hewldanên DBP’ê de ev nakokiya di navabera malbatan de hate bidawîkirin. Komeleya Piştevanî û Perwerdeyê ya Taxa Karşiyakayê roja yekşemê pevçûna piştî çalakiya li kolanê rû da malbatên ku şer dikirin ji hev kir. Her du malbatn anîn gel hev û li hev anîn. Merasima aşitiyê li Avahiya Komeleya Karşiyakayê pêk hat û rêveberên DBP’ê tevlî bûn.
'EM DESTÛRÊ NEDIN PROVOKASYONAN'
Merasim bi deqeyek rêzgirtina ji bo şehîdên têkoşîna azadiya Kurdistanê dest pê kir. Piştre Hevserokê Şaredariya Îpekyolu yê DBP’yî Okkeş Kava axivî û diyar kir ku tiştên vê dawiyê tê kirin ji aliyê kesên naxwazin yekitiya Kurdan pêk bên ve tê kirin û da zanîn ku ev derdor li pey hin provakasyonan in. Kava got: “Ciwanên ku polîs ew dikin ajan beriya hilbijartinê dişînin kolanan. Êrîşê karge û cihên tenduristiyê dikin. Polîs dixwazin bi van provakasyonan çêbikin û malbatan bi hev bidin şkandin. Dixwazin girseyê ji HDP’ê sar bikin.” Kava destnîşan ki rku di encama hewldana xurt a meclîsa taxê de ev provakasyon hatiye aşkere kirin û bang li gel kir ku li hemberî provakasyoonan hişyar bin.
MALBAT: EM Ê LÎSTOKÊN DEWLETÊ VALA DERBIXIN
Yusuf Gur li ser navê malbata Gur axivî û got: “Ev bi salan e dewlet li Kurdistanê Kurdan bi hev dide qetilkirin. Ev polîtîkayên qirêj ên dewletê me tîne dijberê hev. Bi salan e lîstokên polîsan bi dawî nebûne. Vê carê jî xwe li taxa me dan der. Dewleta ku xwe li destkeftiyên gelê Kurd ranagire, bingeha provakasyonên nû amade dike. Em îro hatine gel hev û me ew lîstok vala derxist. Em hemû malbatan hişaryar dikin ku neyên van lîstokê. Em xwedî li ciwanên xwe derbikevin, em nehêçin polîs ew bi kar bînin û bikin ajan.”