'Projeya xwerêveberiyê projeya Rêber Apo ye'
Gerîlayên HPG'ê Ciger Sêrt û Şiyar Adiyaman berxwedana xwerêveberiyên li Bakurê Kurdistanê silav kirin û gotin, "Xwedîderketina li xwerêveberiyan wê me gaveke din nêzî azadiyê bike."
Gerîlayên HPG'ê Ciger Sêrt û Şiyar Adiyaman berxwedana xwerêveberiyên li Bakurê Kurdistanê silav kirin û gotin, "Xwedîderketina li xwerêveberiyan wê me gaveke din nêzî azadiyê bike."
Gerîlayên HPG'ê Ciger Sêrt û Şiyar Adiyaman berxwedana xwerêveberiyên li Bakurê Kurdistanê silav kirin û gotin, "Xwedîderketina li xwerêveberiyan wê me gaveke din nêzî azadiyê bike."
Gerîla Ciger Sêrt di destpêka axaftina xwe de gelê Kurd ê li Bakurê Kurdistanê bi taybetî jî gelên Farqîn û Cizîrê yên xwerêveberî ragihandin û diparêzin silav kir û got, "Weke ku tê zanîn li Kurdistanê projeya Rêbertî dikeve meriyetê. Bi taybetî îlanên xwerêveberiyê bi guhertinên paradîmayî û perspektîfên Rêbertiyê re pêk hatin. Gelekî girîng e ku gelê me li her cihî xwedî li van derkeve, xurt bike û xwerêveberiyên xwe ava bike."
Sêrt diyar kir ku divê gelê Kurdistanê bersiveke xurt bide rêxistinbûyînên xwerêveberiyê û bangên xwerêveberiyê yên li Farqîn, Cizîr, Nisêbîn û bajarên din û ev nirxandin kir:
"Pêwîste ev mijar were zanîn; Eger têkoşîn û îlaan xwerêveberiyê ya li Kurdistanê di asta pêkhatinê de ye negihêje armanca xwe, wê ev yek were wateya pêkhatina dîktatoriyayê li Tirkiyeyê. Ji ber ku di şexsê Erdogan de dîktatoryayek tê meşandin. Di şexsê AKP'ê de dîktatoryayek tê meşandin û ev yek weke alternatîfa yekane pêşkêşî civakê tê kirin. Halbûkî li Farqînê hat dîtin ku ev yek, ne alternatîfa bi tenê ye. Her kesî dît ku hêza dewletê, hêza leşkerî ya dewletê bi çi rengî ji Farqînê hatin derxistin, bi çi rengî li hemberî têkoşîna li Farqînê bi ser neketin û bi serberjêrî ji kolanên Farqînê derketin. Bi van dîmenan re gelê me dikare bibîne ku têkoşîna li Kurdistanê dikare rê li ber çi veke. Farqînê ev yek di şexsê xwe de îspat kir. Pêwîste gelên me, herêmên Botan, Serhed, Garzan jî vî dîmenî bibînin û bi hemû hêza xwe qadên xwerêveberiyê biparêzin."
'SERKETIN A ME YE'
Gerîla Şiyar Adiyaman jî got, "Xwedîderketina li xwerêveberiyan wê sîstema riziyayî ji holê rake û bibe sedem ku em azadiya xwe bi dest bixin."
Adiyaman ragihand ku xwerêveberî tê wateya xwedîrderketina mirovan li rûmet, paşeroj û pêşeroja xwe ye û wiha pê de çû: "Eger em xwedî li xwerêveberiyên xwe dernekevin, em ê nikaribin azadiya xwe bi dest bixin. Girîng e her kes xwedî li xwerêveberiyên hatine ragihandin, derkevin. Naxwe, mejiyê desthilatdarparêz, dewletparêz û neteweperest, wê ti mafî nede me. Eger em xwe bi rêxistin bikin, bi awayekî kolektîf xwedî lê derkevin, hingî em ê azad bibin. Ji ber vê yekê, xwerêveberiyên hatine îlankirin wê rê li ber azadiya me vekin."
Adiyaman da zanîn ku xwerêveberî û xweparastin mafê herî xwezayî yê gelekî ye û got, "Li cihekî xwerêveberî nebe, mirov nikare bêje ku bi însanî dijîm. Weke gelekî em bi tinebûnê re rû bi rû mabûn û Rêber Apo em ji nû ve afirand. Divê em jî xwedî li xwerêveberiyan derkevin. Bi vê xwedîderketinê re em dikarin li xwe û gelên xwe xwedî derkevin.
Adiyaman di dawiya axaftina xwe de got, "Di serî de Farqîn û Cizîr ez tevahiya gelê me yê li ber xwe dide silav dikim, hurmetên xwe pêşkêş dikim. Em li pişt vê berxwedanê ne. Ji sedî sed em ê bi ser bikevin, serketin û azadî ya me ye. Bila her kes ji vê bawer be. Dilê gelê me rehet be."