Li Amedê, posterê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ku hêzên dewletê nehişt li qada Newrozê bê daliqandin, li qadê hat daliqandin. Alên ji wêneyên Ocalan jî di destê bi hezaran kesî de ye.
ANF
AMED
duşem, 21 adarê 2016, 10:16
Bi deh hezaran kesên li qada Newrozê, daliqandina posterê Ocalan li qadê, bi coşeke mezin pêşwazî kirin.
Li Amedê, posterê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ku hêzên dewletê nehişt li qada Newrozê bê daliqandin, li qadê hat daliqandin. Ciwanên bi kortejên meşê xwe gihandina qada Newrozê, posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li qadê daliqandin. Her wiha alên ji wêneyên Ocalan bilind kirin. Daliqandina posterê Ocalan li qadê, bi coşeke mezin bi qîrîna dirûşma 'Bijî Serok Apo' hat pêşwazîkirin.