Polîtîkayên şer ên AKP’ê li Sydney hatin protestokirin
Bomberdûmana balafirên şer ên Tirk li hemberî Herêmên Parastinê yên Medyayê, Komkujiya Zergelê û polîtîkayên şer ên AKP’ê li bajarê Sydney a Awûstralyayê ji aliyê Kurdistanî û dostên wan ve hat protestokirin
ANF
SYDNEY
şemî, 8 gelawêjê 2015, 17:06
Bomberdûmana balafirên şer ên Tirk li hemberî Herêmên Parastinê yên Medyayê, Komkujiya Zergelê û polîtîkayên şer ên AKP’ê li bajarê Sydney ê Awûstralyayê ji aliyê Kurdistanî û dostên wan ve hat protestokirin.
Di çalakiya ku ji her çar parçeyên Kurdistanê nûnerên komele û partiyên siyasî, Partiya Keskan a Awûstralyayê, Partiya Komunîst a Awûstralyayê û nûnerên sendîkayan tevlî bûn nerazîbûnên xwe yên li hemberî polîtîkayên şer ên AKP’ê anîn. Di çalakiya ku dirûşmên, “Kujer Erdogan”, “Kujer artêşa Tirk”, “Hûn ê di xwîna Kurdan a we rijandiye de bixeniqin” û “Erdogan wê destên dayikan di qirika te be bin” hatin gotin, Hevserokê Navenda Civaka Kurd Brûsk Aîverî axaftinek kir. Piştî axaftinê çalakî bi sirûda “Çerxa Şoreşê” bi dawî bû.