'Polîtîkaya şer a AKP'ê 600 dikan da girtin'

Serokê Yekîtiya Odeyên Esnaf û Sanatkaran Talat Kara diyar kir ku AKP'ê bi soza vegera li pêvajoya muzakereyê re deng ji gel kom kiriye, lê belê di sibeha hilbijartinê de dest bi şerekî giran kiriye.

AKP'ê li şûna sozên 'aramî û îstîkrarê' rewşek şer û kaosê danî pêşiya civakê. Hikûmeta AKP'ê ku di hilbijartinên 1'ê Mijdarê de ji gelê li herêmê re digot 'deng bidin aramiyê', ji ber şerê ku rojek piştî hilbijartinê da destpêkirin, li Êlihê 600 dikan da girtin. Serokê Yekîtiya Odeyên Esnaf Sanatkaran Talat Kara bang li hikûmetê kir ku dawî li polîtîkaya şer bîne.

Talat Kara da xuyakirin ku piştî hilbijartinên 7'ê Hezîranê, hikûmeta AKP'ê şer li ser welêt ferz kiriye û bang li AKP'ê kir ku soza xwe ya 'aramî û îstîkrarê' ku daye gel, bi cih bîne. Kara ragihand, ku ji ber polîtîkayên şer ên hikûmetê li Êlihê 600 esnafan derabeyên dikanên xwe girtine.

Kara got, "Mixabin ji ber rewşa şer, encamên gelekî nebaş derketin holê. 600 esnafên me yên ser bi odeyên esnaf û sanatkaran, karê xwe terikandin. Eger ev pêvajo bi vî rengî dewam bike, hikûmet careke din li pêvajoya aştiyê venegere, wê rojên nebaş derkeve pêşiya esnafan. Israra AKP'ê ya di şer de wê hem li welêt hem jî li bajarê em lê ne, bibe sedema rûdana pirsgirêkên cidî yên aboriyê. Ji xwe rewşa aboriyê roj bi roj nebaş dibe û derdikeve holê ku bingeha polîtîkaya aboriyê pûç e. Yekane hêviya me ew ku hikûmet dest ji şerxwaziyê berde û li pêvajoya aştiyê vegere. Di rewşeke berevajî de, eger muzakere neyê destpêkirin, wê rewş bêhtir nebaş bibe. Em hêvîdar in ku şer tavilê veguhere muzakereyan."

Kara bang li hikûmetê kir ku ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd tavilê li maseya muzakereyê vegere û got, "Hikûmeta AKP'ê ya ku hêviya 'sekinandina şer' beriya hilbijartinê da civaka Tirkiyeyê, bêyî li benda sibeha 1'ê Mijdarê bisekine, li herêma me şerekî mezin da destpêkirin. Ev yek jî me welatî û esnafan dixe nava tirs û fikaran. Di nava pêvajoyeke ku em nizanin wê sibe çi biqewime, em hemû bi tirs û fikar in. Berdêla xwe çi dibe bila bibe divê hikûmet tavilê li maseyê û muzakereyê vegere. Bêyî hesabên siyasî divê pirsgirêkên li welatê me bi rêya diyalogê werin çareserkirin."