Polîsên Tirk rêveberê BDP'ê bi giranî birîndar kir

Polîsên Tirk rêveberê BDP'ê bi giranî birîndar kir

Girseya ku li navçeya Şemrexê ya Mêrdînê ji bo piştgiriyê bidin girtiyên ji doza PKK û PAJK’ê xwestin meşê pêk bînin rastî mudaxaleya polîsên tîmên taybet hatin. Tîmên taybet di mudaxaleyê de rêveberê BDP'ê yê Şemrexê û endamê Meclisa Gişti ya Mêrdînê Emanet Eneş ji serê wî bi giranî birîndar kirin.

Girseya ku li navçeya Şemrexê ya Mêrdînê kom bûn û xwestin bimeşin rastî mudaxaleya polîs û tîmên taybet hatin. Koma ku ji bo piştgiriyê bidin çalakiya greva birçîbûnê ya girtiyên PKK'yî û PAJK'î ku 47 rojin ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û mafê gelê kurd ên demokratîk didominin, meş pêk anîn rastî mudaxaleya polîsan û tîmên taybet hatin.

Koma ku heta avahiya AKP'ê ya Şemrexê meş pêk anî rastî mudaxaleya polîs û tîmên taybet hat. Koma ku rastî mudaxaleyê hat, li Qada Komarê çalakiya rûniştinê pêk anî. Kom piştî demekê dîsa meşiya û rastî êrîşa polîs û tîmên taybet hat. Di êrişa tîmên daybet de, rêveberê BDP'ê yê Şemrexê û endamê Meclisa Gişti ya Mêrdînê Emanet Eneş ji serê xwe bi giranî birîndar bû. Eneş, bi guleya rastin ji serê xwe de birîndar bû rakirin nexweşxaneya Dewletê ya Şemrexe û ji wir veguhestin Nexweşxaneya Dewletê ya Mêrdînê.