Polîsên Tirk li Semsûrê du kes destgîr kirin

Hate ragihandin hêzên jandarma yên Tirk li Semsûrê bi ser malan de girtine û du kes destgîr kirine.

Diyar bû bi fermana Serdozgeriya Komarê ya Semsûrê bi ser malan de girtine.

Ji gundê Dilkîa û Azîka yên Semsûrê Mulla Rûşen (57) û Mehmet Tekyildiz hatin destgîrkirin.

Rûşen û Tekyildiz birine Fermandariya Jandarma ya Bajêr û heta rojekê nayê hiştin ku parêzer destgîrkirtiyan bibînin.

Diyar bû gotinên stranan ku Rûşen ji xwe re danîbû hatine desteserkirin. Rûşen bi nexweşiya dil e û her wiha gelek nexweşiyên xwe yên kronîk hene.