Polîsên Tirk li Qoserê êrîşî mirovên diçûn Newrozê kirin

Li Qoserê, ciwan ji bo tevlî pîrozbahiya Newrozê bibin ber bi Parka Mehmet Sîncar ve meşiyan, lê polîsan êrîş kirin. Ji ber vê êrîşê şer derket û şer li gelek taxan belav bû. Gel li taxan li hev dicive.

Waliyê Tirk ê li Mêrdînê, beriya niha hemû çalakiyên li Mêrdînê ji bo mehekê 'qedexe' kiribû. Mîna hemû cihan, gelê Qoserê jî guh neda vê qedexeyê û ji bo pîrozkirina Newrozê berê xwe da Parka Mehmet Sîncar.

Ciwanên bi vê armancê li taxa Berçem li hev civiyan, ji bo biçin qada Newrozê meşiyan, lê polîsên Tirk pêşî li wan girtin.

Ciwanan li derveyî qada Newrozê agir dadan. Lê polîsan êrîş kirin. Ji ber vê êrîşê şer derket û li nava tax û kolanan belav bû.

Şerê di navbera ciwanan û polîsan de dewam dike. Polîsên Tirk bombeyên gazê li taxan dibarînin.

Tevî êrîşa polîsan jî gel ji bo biçe qada Newrozê li taxan dicive.