Polîsên Tirk li Milazgirê cenaze rawestandin

Cenazeyê şervanê YPG'ê Serkan Çokşen (Sîdar Çekdar) ji bo definkirin birin Milazgirê ji aliyê polîsan ve hat astengkirin.

Cenazeyê şervanê YPG'ê Serkan Çokşen (Sîdar Çekdar) ji bo definkirin birin Milazgirê ji aliyê polîsan ve hat astengkirin.

Şervanê YPG'ê Serkan Çokşen (Sîdar Çekdar) di şerê li hemberî çeteyên DAIŞ'ê de jiyana xwe ji dest da û ji bo definkirina cenaze birin Milazgira Mûşê. Welatiî ji bo nimêjê cenaze birin mizgefta navendî. Di nava wan de namzetên HDP'ê yên Mûşê Mensur Işik, Ahmet Yildirim, Burcu Çelîk, rêveberên HDP û DBP'ê û bi sedan welatî cenazeyê Çokşen hilgirtin û ber bi goristanê ve çûn. Polîsan bi wesayîtên zirxî pêşiya welatiyan girtin û nehiştin cenaze bibin gundê Teterqaziyê. Hevşaredarên navçeyê û namzetên HDP'ê ji bo bi qeymeqamê navçeyê re hevdîtinê pêk bînin çûn avahiya qeymeqamiyê.

Gengeşiya li navçeyê hê jî didome.