BI DÎMEN

Polîsên Tirk li Cizîrê êrîş kirin, gel li ber xwe dide

Li Cizîrê, polîsên Tirk êrîşî girseya gel a xwest Newrozê pêşwazî bike, kirin. Gel li hemberî êrîşê li ber xwe dide.

Ji bo Newroza fînalê, girseya gel li ber avahiya DBP'ê ya navçeya Cizîrê li hev civiya. Lê belê polîsên Tirk bi ava şid û bombeyên gazê êrîşî gel kirin.

Ji ber vê êrîşa hêzen rejîmê, gel daket kolanan û dirûşma "Kujer dewlet wê hesab bide" diqîre.

Ciwan jî bi keviran bersivê didin êrîşa polîsan. Rewşa aloz a li navçeyê, ji ber êrîşên hêzên rejîmê dewam dike.

...