Polîsan xwest Ahmet Turk binçav bikin

Polîsên ku girseya di nav de Hevseroka Giştî ya DBP'ê Emîne Ayna û Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Mêrdînê Ahmet Turk jî heye destûr nedan bikevin Nisêbînê, xwestin Turk binçav bikin û bi bombeyên gazê û ava şid êrîşî gel kirin.

Hevseroka Giştî ya DBP'ê Emîne Ayna û Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Mêrdînê Ahmet Turk bi gel re xwestin biçin navçeya Nisêbînê ya Mêrdînê ku ev 10 roj in di bin êrîşa hêzên dewletê de ye. Polîsan nehiştin heyet û gel bikevin navçeyê û hevdîtinên ku hatin kirin jî bê encam man. Di dema hevdîtinan de polîsan xwestin Ahmet Turk binçav bikin. Piştî ku gel nehişt Turk bê binçavkirin rageşî derket. Piştî rageşiyê polîsan bi bombeyên gazê û ava şid vê êrîşî gel kir.

Ji ber bombeyên gazê gelek welatî bi bandor bûn û polîsan bombeyên gazê avêtin welatiyên ku ketin kargehên derûdorê jî. 

Di êrîşa polîsan de gelek kes hatin binçavkirin. Êrîşa li dijî gel berdewam dike.