Polîsan qaçaxvanek bi giranî birîndar kir

Polîsan qaçaxvanek bi giranî birîndar kir

Li navçeya Patnosê ya Agiriyê polîsan qaçaxvanê çixarê yê bi navê Nurettin Çaçan da ber guleyan û bi giranî birîndar kir. Çatan talûkeya mirinê ji ser xwe neavêtiye.

Li navçeya Patnosê ya Agiriyê şevê din polîsan qaçaxvanê çixarê Nurettin Çaçan (34) da ber guleyan û bi giranî birîndar kir. Çaçan ku bi guleya polîsan bi giranî birîndar bû rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Agiriyê. Birayê Çaçan Fesih Çaçan anî ziman ku, polîs bêyî hişyariyê bikin gule berdane siqulîka birayê wî û wiha got: "Niha birayê min hêj talûkeya mirinê ji ser xwe neavêtiye. Ger ku tiştekî şaş heye divê neyê înfazkirin Polîsan ji nêzîk ve êrîşî birayê min kirine. Em dixwazin ev rewş bê lêpirsîn û hesap bê pirsîn. Em dê derbarê polîsan de serlêdana sûc bikin."