Polîsan li Şirnexê bêserûber mal reşandin

Polîsan li Şirnexê bêserûber mal reşandin

Li Şirnexê şeva din piştî gêrîlayên HPG’ê êrîşkirin ser noqteyên leşker û polîsan, polîsên li ber lojmanên TOKÎ bê nobet digirtin bê serûber mal gulebaran kirin.

Li Şirnexê piştî gêrîlayên HPG’ê êrîş3i 5 noqteyên leşker û polîsan kir, di navbera gêrîla û leşker-polîsan de pevçûnê rû da, polîsên li ber lojmanên TOKÎ nobet digirt ya li Taxa Vakifkentê bê serûber gelek mal gulebaran kirin. Gulebarana ku ji wesayîtên zirxî yên Akrep jî hatin avêtin gelek camên malan şikandin û şopên guleyan li ser dîwaran çêbûn. Bi şans di encama gulebaranê de mirî û birîndar çênebûn, gel bertek nîşandan û dane diyarkirin ku bi awayek zanabûn mal gulebaran kirine.