Polîsan li Silopiyayê kesek birîndar kirin -HAT NÛKIRIN
Polîsên ku duh li Silopiyayê komkujî pêk anîn îro jî bi çekan êrîşî welatiyek ku li ser rê disekinî kirin û welatî di encama gulebaranê de birîndar bû.
Polîsên ku duh li Silopiyayê komkujî pêk anîn îro jî bi çekan êrîşî welatiyek ku li ser rê disekinî kirin û welatî di encama gulebaranê de birîndar bû.
Polîsên ku duh li Silopiyayê komkujî pêk anîn îro jî welatiyê bi navê Mehmet Bulu gulebaran kirin û Bulu di encama gulebaranê de birîndar bû.
Polîsên ku duh li navçeya Silopiya Şirnexê komkujî pêk anîn îro jî êrîşî welatiyan kirin. Polîsên ku li ser rêya Îpekyoluyê li ber Navenda Tipê ya Taybet a Silopiyayê rawestiyabû, welatiyê bi navê Mehmet Bulu yê ku dema li ber navendê re derbas dibû gulebaran kirin.
Hat ragihandin bêyî li ser rêya Îpekyoluyê bûyerek hebe polîs ji wesayîta TOMA'yê hatin xwarê û Bulu gulebaran kirin. Hat zanîn ku Bulu bi guleya li zikê wî ketiye birîndar bû. Bulu ji aliyê welatiyên derdorê ve birin Navenda Tibê ya Taybet a Silopiyayê.
Piştî mudexaleya destpêkê Bulu rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Silopiyayê. Xizmên Bulu piştî bihîstin ku Bulu birîndar bûye hatin nexweşxaneyê. Her wiha polîsên ku ji bo lêkolînê hatin nexweşxaneyê bi çekên xwe yên luledirêj ku gule dan ber devê çekê xwestin bikevin nexweşxaneyê.
Li ser vê yekê Parlamenterên HDP'ê yê Şirnexê Faysal Sariyildiz, Aycan Îrmez û welatiyan pêşiya polîsan girtin û bi gotinên; 'Hûn hatine li vir şovê bikin? Em ê destûr nedin ku hûn bi çek bikevin hundir' bertek nîşanî polîsan dan.
Piştî vê yekê nîqaş derketin. Piştî hevdîtinên di navbera polîs û parlamenteran de polîsan li ber deriyê nexweşxaneyê îfadeya apê Bulu girtin.
Welatiyên ku li cihê bûyerê kalikên guleyan kom kirin, radestî parlamenterên HDP'ê kirin. Sariyildiz ku kalikên guleyan girtin diyar kir ku bi guleyên ku bêyî îmzeya MKE û reqem li ser hebe êrîşî welatiyan dikin. Sariyildiz bi lêv kir ku polîs bi gulebar û qetlîaman dixwazin li Kurdistanê rageşiyê ava bikin û wiha got: "Ez ji vir bang li hemû dadger û dozgeran dikim ku hewcedariya hiqûqê çi be bila wê bikin. Em dixwazin ku kesên gelê me qetil dikin bên darizandin."
Rawestina gel a li ber nexweşxaneyê berdewam dike.