Girseya ku li ber avahiya BDP’ê ya navçeya Serêkaniyê ya Rihayê rawestiyabû rastî êrîşa polîsan ya bombeya gazê hat.
Beriya serdana BDP’iyan ya Serêkaniyê ji aliyê qeymeqamtiya Serêkaniyê ve mehekê çalakiyên runiştinê, vekirina standê, civîn û mîtîng hatibûn qedexekirin.
Piştî biryara qedexekirinê parlamenterên BDP’ê Altan Tan, Nazmî Gur, Erol Dora, Îbrahîm Bînîcî û şaredarên Serêkaniyê, Wêranşar û Pirsûsûn çûn navçeyê.
Li navçeyê polîsan ewlehiyên mezin girt û heyeta BDP’ê li sînor lêkolîn kirin. Parlamenterê Amedê Altan Tan li vir axivî û diyar kir ku, li tu derê cîhanê bi raya trenê xeteke wisa ya sînor tune û got ev xeta sînor ya ku tenê li Tirkiyeyê heye, wekê xencerekê li dilê gelên Rojhilata Navîn ketiye. Heyet piştre derbazî ber avahiya Qeymeqamtiya navçeyê bû û hevdîtîn pêk anî.
Piştî hevdîtina heyeta BDP’ê û Qeymeqamtiyê, heyet derbazî ber BDP’a Serêkaniyê bû. polîsan bi ava şid û bombeya gazê êrîşê gel kir. Li ser vê yekê pevçûn derket û niha didome.