Polîsan li Qereyaziyê êrîşî gel kir

Polîsan li Qereyaziyê êrîşî gel kir

Li navçeya Qereyazi ya Erziromê girseya ku xwest piştgiriyê bide girtiyan daxuyanî da çapemeniyê, rastî êrîşa polîsan hat.

Li navçeya Qereyazî ya Erziromê girseya ku li ber avahiya BDP'ê kom bû, daxuyanî da çapemeniyê. Bi hezaran kesên ku ji navçe, navend û gundên Erziromê hatin li ber avahiya BDP'ê ya Qereyazî kom bûn, daxuyanî dan çapemeniyê û helwesta hikûmetê şermezar kir. Girseyê sloganên “Girtiyên di grevê de ne rûmeta me ne" qêriyan û heta Çariyanê meşiyan.

Di meşê de Serokê BDP'a Erziromê Riza Guler û rêveberên BDP'ê yên Qereyaziyê di pêşiya girseyê de meşiyan. Girseyê piştî daxuyanî da çapemeniyê dîsa xwest heta avahiya BDP'ê bimeşin. Bi hezaran kesên ku dîsa heta avahiya BDP'ê meşiyan rastî êrîşa polîsan hatin. Li navçeyê bûyer didomin.